Tulay Hatîmogûllari: Banga Ocalan banga rizgariya 85 milyona ye 2025-03-19 14:08:16   WAN - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di Newroza Wanê de bertek nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû da. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Ev bang, banga rizgariyê ya 85 milyon welatiyan e.”    Newroza li Wanê bi coşeke mezin didome. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bang li deh hezaran kesên li qadê kir û binçavkirina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû şermezar kir.    Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Dema em vê dikin, wan li Stenbolê operasyon kir. Operasyona ewil li dijî Lihevkirina Bajar kirin. Anku li dijî HDK’ê kirin. Dibêjin ku Kurdên li Stenbolê dijîn nikarin tev li rêveberiya bajar bibin. Tevî we jî dê her Kurdê li Stenbolê dijî tev li rêveberiyê bibe.    BANGA OCALAN BANGA RIZGARIYÊ YE    Em xwedî li banga birêz Ocalan derdikevin. Ev bang, banga aştiyê ya Kurd û Tirkan e. Silav ji Kawayan re, ji Mazlum Dogan, Denîz Gezmîş û Mahîr Çayanan re. Ev banga banga wergirtina mafên gelê Kurd e. Banga pêkvajiyana li ser zemîna hemwelatiya wekhev e. Banga kedkar û karkeran e. Banga vekirina qada azadiyê ya jinan e û banga 'jin, jiyan, azadî' ye. Divê herî zêde jin xwedî lê derkevin. Birêxistinkirina civaka demokratîk, peywira me jin û ciwanan e. Ev bang, banga rizgariya 85 milyon welatiyan e.    DIVÊ DEWLET PEYWIRA XWE BICIH BÎNE    Em spasiya xelkê Wanê dikin ku her 14 şaredarî jî bi dest xist. Lê îradeya we hate xespkirin. Hevşaredarên me serfiraziya gel û me tevan e. Birêz Ocalan di banga xse de her wiha bal kişand ser gelên Rojhilata Navîn. Niha jî li Sûriyeyê Elewî û Durzî tên qetilkirin. Tekane rêya rizgariyê ya Sûriyeyê komara demokratîk e. Em bang li îktîdar û aqilê dewletê dikin, ji her çar aliyên bo banga birêz Ocalan piştgirî hte dayin. Divê dewlet peywira xwe bicih bîne û gavan biavêje. Em dibêjin bila xwîn bisekine û aştî bibe. Xwezî bi wan ên hewl didin aştiyê bînin vî welatî.”