Pervîn Bûldan: Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye 2025-03-19 14:01:57   WAN - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan di Newroza Wanê de axivî û bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û wiha got: "Bang wê li vî welatî gelek tiştan biguherîne. Birêz Ocalan ev 30 sal in vê pêvajoyê bi hev re dihûne. Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye."   Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan di Newroza Wanê de axivî û diyar kir ku Newroz têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e  û wiha got: "Em vê Newrozê bi mizgîniyekê pîroz dikin. Me ev mizgînî ji Îmraliyê ji birêz Ocalan re anî. Di demeke ku tevahiya Rojhilata Navîn veguheriye qada şer de, birêz Ocalan rêyeke nû vekiriye. Îro ji Wanê heta Edîrneyê her kes li vê pêvajo xwedî derdikeve. Heta ev pêvajo bigihe aştiyê em dê li cem birêz Ocalan bin. Hezar silav ji Birêz Ocalan re. Banga Civaka Demokratîk wê li vî welatî gelek tiştan biguherîne. Birêz Ocalan ev 30 sal in vê pêvajoyê bi hev re dihûne. Pêwîstî bi gavên ku vê firsendê xerc neke heye."   Pervîn Bûldan wiha axivî: "Em dibêjin maf, edalet, hiqûq, nasname û zimanê gelê Kurd. Yên ku hewl didin van hemûyan sabote bikin, divê firsend neyê dayîn. Em ji kesên ku vî welatî bi rê ve dibin re dibêjin; bila vê firsendê ji dest bernedin. Em dizanin ku yên hewl didin vê pêvajoyê bixetimînin hene. Operasyon tên kirin û tayînkirina qeyûman heye. Ev hemû sabotaj û provokasyon e. Em hesasiyetên hev bibînin ji ber ku ev bihar wê bibe bihareke din."