Gardiyanan milê girtî şikand! 2025-03-19 13:24:29 AMED - Girtiyê bi navê Ferhat Mûsa yê ji Herêma Federal a Kurdistanê ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê tê ragirtin, di encama şîdeta gardiyanan de milê wî şikestiye. Hat îdîakirin ku girtiyê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Sîncanê, piştî êrişa gardiyanan milê girtiyê bi navê Ferhat Mûsa şikestiye. Girtî Bager Sayak duh bi telefonê li malbata xwe geriya û têkildarî êrişê agahî da wan. Sayak diyar kir ku di 12’ê Adarê de heyeta ku ji parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sağyîgît û Omer Faruk Gergerlioglu û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) pêk tê serdana girtîgehê kirine. Sayak diyar kir ku girtiyê bi navê Mûsa ku çûye telefonê biaxive di êrişa gardiyanan de milê wî şikestiye û diyar kir ku girtiyan li dijî êşkenceyê dest bi boykotên ‘li deriyan dixin’ û ‘xwarinê nagirin’ kirine.   Bager Sayak bertek nîşanî girtina mamê xwe Mehmet Zekî Sayak da û wiha got: “Ez binçavkirin û girtina kesekî 85 salî şermezar dikim. Zilamekî 80 salî digirin û diavêjin girtîgehê, lê endamên DAÎŞ'ê yên ku li Balefirgeha Ataturkê bi dehan kes qetil kirin jî serbest berdidin. Dema Kurd kal dibin wan dixin hepsê lê ew kesên ku li dijî Kurdan êrişên kontrayî pêk tînin jî ji ber ku temenê wan mezin e serbest berdidin. Divê ji bo her kesî edalet bi cih were anîn.