Li Wanê Newroza biheybet: Em bi banga Ocalan re ne 2025-03-19 12:32:10 WAN - Pîrozbahiya Newroza li Wanê bi coşeke mezin dest pê kir. Li qadê dirûşma “Bijî Serok Apo” olan dide û peyamên piştgiriya bi banga Abdullah Ocalan re hatin dayin.   Li Wanê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" pîrozbahiya Newrozê tê lidarxistin. Ji navenda bajar, navçe û gundan bi deh hezaran kes di saetên zû yên serê sibehê de ber bi Qada Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê ve herikîn.    Coşa li qadê her deqeyê zêdetir dibe û dirûşma “Bijî Serok Apo” li qadê olan dide. Jin û ciwanên ku cil û bergên Kurdî li xwe kirin, qada pîrozbahiyê xemilandine. Her wiha flamayên bi rengên kesk, sor û zer hatin hilgirtin.    'DIVÊ OCALAN JI HÊLA FÎZÎKÎ VE AZAD BIBE’    Bername, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Komîteya Amadekar a Newrozê piştre gel silav kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî, got: “Ji bo em bigihijin van rojan têkoşîneke mezin hat dayin. Em li vir piştgiriyeke mezin didin banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Heta ku aştî tê dê têkoşîna me bidome.”    Hevseroka DBP’a Wanê Gonul Uzunay jî got: “Gelê Wanê di tevahiya dîroka xwe de xwedî li têkoşînê derket. Gelê Wanê dê xwedî li banga birêz Ocalan derkeve. Gelê me dê tişta dikeve ser milê xwe pêk bîne. Tişta herî girîng a ku divê niha were kirin, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Divê ev pêk bê.”    Piştre jî hunermend Fîkret Goyî derket ser dikê. Piştre jî bi coşeke mezin agirê Newrozê hate vêxistin.    ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN PARADÎGMAYA OCALAN’    Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal ku li şûna wê qeyûm hatiye tayînkirin, di pîrozbahiyê de got: “Gelê Wanê her tim dîrok nivîsandiye û dinivîse. Bi sala ye tevî zext û zilmê jî serî netewand. Niha jî qala pêvajoyeke aştiyê tê kirin. Gelê Wanê û ciwan dê bi pêvajoyê re bin. Dê her tim piştgiriyê bidin banga aştiyê ya birêz Abdullah Ocalan.”    Hevşaredarê din Abdullah Zeydan jî wiha got: “Berxwedana gelê Wanê ji cîhanê re bû mînak. Me êşên mezin jiyan û niha qala aştiyê tê kirin. Birêz Ocalan kengî biaxive, hêviya aştiyê dibe. Birêz Ocalan îro dîsa pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Ev pêvajo dê bibe wesîleya azadiyê ya hemû gelan. Em bi bang û paradîgmaya birêz Abdullah Ocalan re ne.”    ‘KURD BI KOMKUJIYAN TUNE NABIN’   Endamê MYK’a Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî bertek nîşanî komkujiya li Kobanê da û got: “Kurd bi van komkujiyan tune nabin. Hûn dê nekarin bi van komkujiyan bi ser kevin. Birêz Ocalan demekî kin berê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bangek kir. Divê her kes xwedî li vê bangê derkeve. Piştî bangê li Sûriyeyê peymanek hat çêkirin. Bi vê peymanê re gelê Kurd dê bi hev re tevbigere. Em piştgiriyê didin vê peymanê.”    ABLAY: HETA JIN AZAD NEBIN CIVAK AZAD NABE    Aktîvîsta TJA’yê Fatma Abay jî got: “Bi têkoşîna jinan re felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ li hemû cîhanê belav bû. Em Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev felsefeye afirand, pîroz dikin. Em xwedî li peyama birêz Ocalan derdikevin. Divê gotina birêz Ocalan a ‘Pirsgirêka jinê ji pirsgirêka Kurd kûrtir e’ baş were fêmkirin. Divê her kes vê peyamê baş fêm bike. Heke em qala pêvajoya nû bikin, divê di şexsê Gulistan Doku, Îpek Er û Rojîn Kabaîşê de şerê taybet bê dîtin û bi hûr û kûr were çareserkirin. Birêz Ocalan dibêje ‘xwedî li pêşeroja xwe derkevin.’ Divê jin xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Ji ber ku netewe dewlet bi rêya şerê taybet li ser jinên Kurd polîtîkayên xwe dimeşîne. Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.”