‘Ji bo çareseriyê sererastkirinê hiqûqî divê tecrîd bê rakirin' 2025-03-19 09:19:43 EDENE - Nûnerê DBP'ê yê Herêma Çukurovayê Azîz Toprak û Nûnerê ÎHD'ê yê Çukurovayê Hakki Demîr, diyar kirin ku ji bo encamdana pêvajoyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin ku divê dewlet dawî li êrişan bîne û êdî gavan biavêje. Bandora “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê berdewam dike. Nûnerê Herêma Çukurovayê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Azîz Toprak û Nûnerê Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) yê Çukurovayê Hakkî Demîr destnîşan kirin ku ji bo encamdana pêvajoyê divê demildest şert û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin.   'DIVÊ DAWÎ LI ÊRIŞAN BÊ'   Azîz Toprak diyar kir ku ev banga ji bo aştiyê gaveke girîng e û got: "Bi qasî nan, av û hewayê pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Divê Tirkiye di sedsala duyemîn a damezrandina xwe de aştiya xwe bi dînamîkên hundirîn ava bike."    Toprak destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ku muxatabê pêvajoyê ye, bi şert û mercên pêwîst pêk were û got: "PKK'ê jî agirbesta yekalî ragihand. Lê hê jî êrişên dewletê dewam dikin. Divê dewlet demildest dawî li êrişan bîne û agirbesta dualî ragihîne. Ji bilî vê, divê dewlet ji bo pêvajoya zimanekî erênî bi kar bîne û ji bo pêvajo ber bi aştiyê ve biçe gavan bavêje. Bi taybetî girtiyên nexweş divê bên berdan. Em ji dil û can bawer dikin ku wê birêz Ocalan vê pêbvajoyê ber bi serkeftinê ve bibe û em piştgiriyê didin pêvajoyê."    Nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Çukurovayê Hakkî Demîr jî bal kişand ser banga dîrokî û destnîşan kir ku divê êdî dewlet bi îlankirina efûya giştî gavan biavêje.    Demîr got: "Em wekî parêzvanên mafên mirovan kêfxweş in ku ev pêvajoya pevçûnê bi dawî bûye. Ji bo ku pêvajo bê astengî û bêyî provakasyon temam bibe, divê raya giştî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rêxistinên mafan têkevin dewrê. Ji ber ku hin hêzên ku sûdê ji pêavjoya pevçûnê digirin çi ji destê wan tê dikin. Li vir peywir dikeve ser milê  PKK'ê, lê peywira girîngtir dikeve ser milê dewletê. Ji zimanê tê bikaranîn bigirin heya daxuyaniyên der barê PKK'ê de divê mirov bi baldarî tevbigere. Ya demildest divê bê kirin jî demildest divê dawî li operasyonan bê."   Demîr destnîşan kir ku ev pêvajo ji bo Tirkiyeyê firsendeke mezin e û got ku lê ji bo pêwendî bi Abdullah Ocalan re bê danîn divê di warê hiqûqî de hin gav bên avêtin.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen - Abdulkadir Ayten