'Sê darikên niftikê wateyeke nû li Newrozê bar kir' 2025-03-19 09:17:08 MÊRSÎN - Sedat Akbay ê ku di dema Mazlûm Dogan de di girtîgehê de bû, diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya gelê kurd bi Mazlûm Dogan re bûye xwedî wateyeke nû û got: "Bi çalakiya fedaî ya Mazlum Dogan re Newroz veguherî roja daîmî ya rizgariya kurdan." Mersîn yek ji wan navendan e ku Newroz bi coşeke mezin lê tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newroza îsal wê di 22'yê Adarê saet 11.00'an de li qada Mîtîngî ya Tîrmîlê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê bê lidarxistin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan wê wekî qiseker beşdarî pîrozbahiyê bibe û hunermend Hîvron-Pîroz, Nurcan Degîrmencî û koma erbanê ya jinan a herêmî wê derkevin ser dikê.   Ji Komîteya Amadekar a Newrozê Hasan Cide bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û geşedanên li Rojhilata Navînê. Cîde anî ziman ku ji bo ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navînê bi taybetî bi geşedanên li Sûriyeyê re tevgerên hêzên emperyalîst hene û got: "Bi banga ku di 27'ê Sibatê de kir, birêz Ocalan diyar kir ku divê li Rojhilata Navînê çi bê kirin û çiqasî pêwîstî bi aştiyê heye. Rêbertî di avakirina civaka demokratîk de israr dike. Em dixwazin ev Newroz li welatê me û Rojhilata Navînê bibe sedema aştiyê. Tu şer heya dawiyê dewam nekiriye. Aştiya herî xirab, ji şer baştir e. Banga me ji bo hemû gelê me ye; werin em di Newrozê de peyameke li ser esasê demokratîkbûnê bidin vî welatî."    Sedat Akbay ê ku di 17 saliya xwe de li navçeya Curnê Reş ya Rihayê hat binçavkirin, 45 rojan îşkence lê hat kirin û piştre bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û ew şandin Girtîgeha Leşkerî ya Hejmar 5 a Amedê, anî ziman ku dema behsa Newrozê tê kirin Mazlûm Dogan tê bîra wî.   Akbay diyar kir ku wî cara yekem di sala 1978'an de li Curnê Reş bi meşeke meşaleyî Newroz pîroz kiriye û got: "Salên piştre me di bin şert û mercên giran û rêveberiyên tund de pîrozbahiyên Newrozê yên biçûk li dar xist. Piştre ez hatim girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Li vir mirov an wê bûbûna îtîrafkar, an jî hatibûn asta tunebûnê. Di 21'ê Adara 1982'yan de Mazlûm Dogan sê darikên niftikê vêxistin û xwe feda kir. Ev yek li cem me bû sedem ku Newroz xwedî wateyeke nû ye. Ev yek, li girtîgehan feraseteke nû ya Newrozê çêkir. NEewroz wekî cejna rizgariyê ya kurdan dihat bilêvkirin. Bi çalakiya fedaî ya Mazlum Dogan re Newroz veguherî roja daîmî ya rizgariya kurdan."   Akbay bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013'an de bi bîr xist û got: "Ew bangawazî gelekî girîng û kûr bû. Ne me ne dewlet, ne jî hêzên modernîteya kapîtalîst nikarîbûn wê fêm bikin. Ji ber vê yekê dawî li vê hat û gelek kesan berdêlên giran dan. Niha beriya Newroza 2025'an, bi rastî jî banga birêz Ocalan watedar û hêja ye. Bangawaziya birêz Ocalan a di sal 2013'an de bangawaziyeke ji bo kurdan bû, lê bangawaziya 2025'an tenê ne ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navînê û cîhanê ye. Divê em zanibin ku wê bi paradîgmaya civaka demokratîk bi ruh û can bibe. Birêz Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo têkoşîn û rizgariya hemû gelên cîhanê ye."   MA/Abdulkadir Ayten - Hamdûllah Yagiz Kesen