Dozgeriyê ji bo Îmamoglû got ‘rêveberê rêxistina sûc’ 2025-03-19 09:02:16 STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî di nav de der heqê 105 kesan de biryara binçavkirinê daye û ji bo Îmamoglû got “rêberê rêxistina sûc.”  Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû îro di danê sibehê de hate binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Îmamoglû ji ber îdiayên “Rêveberiya rêxistina sûc”, “endamtiya rêxistina sûc”, “îtfîkap”, “bertîl”, “şêlandina biwesf”, “daneyên şexsî bi awayekî derhiqûqî bi dest xistiye” û “di îhaleyê de hîle kiriye” hatiye binçavkirin. Di daxuyaniyê de têkildarî operasyonê agahî hatin parvekirin û ji bo Îmamoglû pênaseya “rêveberê rêxistina sûc” hat bikaranîn.