ROJEVA 19’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-19 09:00:07   * Cejna Newrozê ku her sal li Amedê bi sed hezaran kesî dicivîne, bi peyamên ku tên dayîn û bi coş û heybeta xwe bala raya giştî ya cîhanê dikişîne.    * Jin, bi ruhê serhildanê yê 8’ê Adarê dadikevin qadên Newrozê. Endama Komeleya Dema Jinê ye Newroz Unverdî, got: “Her du roj jî ji bo jinan girîng in. Em ê di Newrozê de daxwaza xwe ya ji bo civaka demokratîk, azadî û aştiyê bînin ziman.”    * Doç. Dr. Yucel Demîrer da zanîn dabînkirina şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan pêwîst e. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî diyar kir ku hewldana Tirkiyeyê ya derbeyê ya li peymana li Sûriyeyê dê derbeyeke mezin li pêvajoya Tirkiyeyê bide.   * Serokê Baroya Dîlokê Bulent Duran diyar kir ku beranberiyeke banga Abdullah Ocalan baro û saziyên sivîl in û got: "Ji ber vê yekê baro jî dikarin bi lihevkirineke ku her kes tê de heye gengeşiya destûreke bingehîn a nû bikin."    * Nûnerê DBP'ê yê Herêma Çukurovayê Azîz Toprak û Nûnerê ÎHD'ê yê Çukurovayê Hakki Demîr, diyar kirin ku ji bo encamdana pêvajoyê divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin û gotin ku divê dewlet dawî li êrişan bîne û êdî gavan biavêje.   * Sedat Akbay ê ku di dema Mazlûm Dogan de di girtîgehê de bû, diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê ya gelê kurd bi Mazlûm Dogan re bûye xwedî wateyeke nû û got: "Bi çalakiya fedaî ya Mazlum Dogan re Newroz veguherî roja daîmî ya rizgariya kurdan."   * Danişîna ewil a doza rojnameger Eylem Babayîgît dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (09.30)   * Danişîna doza Şahîn Oner ku wesayîta zirxî lê xistibû û hatibû qetilkirin dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)   * Li Wanê, Tetwan a Bedlîsê, Çewlig, Şirnex, Mûş, navçeyên Nisêbîn û Stewrê yên Mêrdînê û navçeyên Wêranşar, Pirsûs û Hewagê yên Rihayê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-17.00) ZINDÎ   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Egeyê aşkera bike. (12.00)   * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê dê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya bajar daxuyaniyê bide. Li gelek bajaran dê agirê Newrozê bê vêxistin. (12.30-22.00)