Artêşa Iraqê êrişî wesayîta YBŞ'ê kir: 3 kes birîndar bûn 2025-03-19 08:19:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Iraqê li navenda bajarê Şengalê êrişî wesayîteke YBŞ'ê kir. Di encama êrişê de yek jê giran 3 endamên YBŞ'ê birîndar bûn. Li gorî nûçeya Rojnewsê, Artêşa Iraqê şev saet derdora 23.00'an de wesayîtek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) a li navenda bajarê Şengalê kir hedef. Hate diyarkirin ku Artêşa Iraqê li taxa Yermûk a Şengalê kemîn danîne pêşiya wesayîta ku endamên YBŞ'ê tê de bûn. Di encama êrişê de 3 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa şervanekî giran e û li nexweşxaneyê tê dermankirin.