Hejmara kesên di êrişa li Xezeyê de hatin qetilkirin derket 412’an 2025-03-18 14:24:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yê li dijî Xezeyê de herî kêm 412 kes hatin qetilkirin.  Îsraîlê îro di danê sibehê de agirbesta bi Hamasê re xerab kir û li dijî Xezeyê pêleke êrişan a nû da destpêkirin. Hejmara kesên di êrişan de jiyana xwe ji dest dayin û birîndaran saet bi saet zêdetir dibin.    Li gorî nûçeya AFP'ê; Wezareta Tenduristiyê ya Şirîda Xezeyê ragihand ku di êrişan de herî kêm 412 kes hatine qetilkirin û 562 kes jî birîndar bûne.