Bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu dan 2025-03-18 14:21:57   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê bertek nîşanî qetilkirina Cansever Sucu da û got: “‘Sala malbatê’ ya we û têkoşîna kolektîf a ku em ê li dijî dijminatiya we ya birêxistinkirî jî ya me ye.”    Komeleya Jinan a Rosayê, di şexsê Cansever Sucu ya ku li navçeya Bazîd a Agiriyê hatibû qetilkirin de li dijî zêdebûna qetlîamên jinan, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Platforma Jinan a Dîcle Amedê (DAKAP) û Pêkhateyên Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate berzkirin.   Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen beriya daxuyaniyê diyar kir ku ew ê ji bo Cansever Bayram a ku hatiye qetilkirin daxuyaniyê bidin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Gazal Kaydu ve hat xwendin. Gazal Kaydu, bal kişand ser 2 mehên ewil ên sala 2025'an ku weke "Sala Malbatê" hatiye îlankirin û wiha got: “Di van her du mehan de 49 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 53 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku sala 2025'an weke sala cînayetên jinan hat îlankirin. Sala 2025'an jî ji bo jinan weke sala rehetiyê hat îlankirin. Em weke bi milyonan ên hatin qetilkirin, rastî tundiyê hatin, keda wan hat bêqîmetkirin, beden û bijartinên wan hatin astengkirin, li dijî gotina ‘malbata xurt, civakeke xurt’ bi rêxistinbûyîna xurt û kolektîf têbikoşin. ‘Sala malbatê’ ya we û têkoşîna kolektîf a ku em ê li dijî dijminatiya we ya birêxistinkirî jî ya me ye.”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.