Li Misircê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin 2025-03-17 16:26:26 SÊRT - Li Misircê piştî 11 sala Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran kes azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qîriyan.  Li navçeya Misircê ya Sêrtê piştî 11 salan Newroz hat pîrozkirin. Newroz bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” li Qada Komur Tevziyê ya li TAxa Sumerê hat pîrozkirin. Welatiyên ku ji sê noqteyên lêgerînê derbas bûn, bi tililî, çepik û dirûşman têketin qada Newrozê. Welatî, bi cilûbergên xwe yên Kurdî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li bûn. Welatiyên ku li qada Newrozê govend gerandin, bi yekdengî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.    Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Elfesya Kubîlay axivî û got ku Newroz tê wateya aştî, xwişk-biratî û têkoşînê.    CEJNA BEXWEDÊRAN    Hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn di pîrozbahiyê de got ku Newroz cejna berxwedanê ye û bi vê zanebûniyê dê têkoşîna xwe bidomînin. Hevşaredarên Misircê Sadiye Aktîn û Alî riza Bîngol jî Newroza gel pîroz kirin.    Parlamentear DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî di pîrozbahiyê de wiha got: “Newroz, ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Birêz Ocalan banga aştiyeke birûmet kir. Di serî de jin, vê bangê hêz da me tevan. Yek ji mezintirîn têkoşerê aştiyeke birûmet e. Ev banga birûmet ne tenê ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelan e. Divê her kes berpirsyartiya xwe bicih bîne û di têkoşînê de cih bigire. Divê em di aştiya sedsalê de cihê xwe bigirin. Newroz, berxwedan e, aştiyeke birûmet e, felsefeyeke. Newroza birêz Abdullah Ocalan pîroz be.”    ‘LI ROJHILATA NAVÎN HÊZA HERÎ XURT KURD IN’    Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku gelê Kurd ji bo aştiyeke birûmet têdikoşe û wiha domand: “Duh li Kobanê jin û zarok hatin qetilkirin. Gelo hûn bi vê provokasyonê dixwaze çi bikin? We çi ji zarokên biçûk xwest? Şerê qirêjî didome. Girtin, binçavkirin û komkujî hene. Lê em ê dîsa jî ji bo aştiyeke birûmet têbikoşin.”    Di berdewamê de Ocalan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Aştî, ji şer zehmettir e. Ev gel bi sala ye ji bo nasname, ziman û çanda xwe têdikoş e. Em bi hev re tora têkoşînê ava bikin. Em bi dîplomasiyeke xurt têbikoşin. Pergala demokrasiyê ya ku em ava dikin dê ji dewletan mezintir be. Divê em li dijî provokasyonên li her qadan hişyar bin. Em li gorî vê gavan biavêjin. Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn got; ‘Hêza herî xurt Kurd in.’ Û di avakirina demokrasiyê de Kurd dê pêşengtiyê bikin. Em bi vê zanebûniyê tevbigerin.”    Piştî axaftinan, agirê Newrozê di nav dirûşm, tililî û çepikan hate vêxistin.    Herî dawî jî welatiyan li dora agirê Newrozê govend gerandin.