Li Hezexê agirê Newrozê ji hêla jinan hat vêxistin: Divê Ocalan azad bibe 2025-03-17 15:22:50 ŞIRNEX - Li Hezexê Newroz bi pêşengtiya jinan hat pîrozkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di pîrozbahiyê de diyar kir ku banga 27’ê Sibatê banga pêkvejiyan, azadî û wekheviyê ye û got ku divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe.  Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad  (TJA) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Xelkê navçeyê di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe dan qada Newrozê. Li qadê pankartên “Silav ji aştiyê re” û “Newroz azadî ye” hatin daliqandin.    Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê. Jin û ciwanên ku li ber stranan govend gerandin, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û "Newroz pîroz be” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo bîranîna Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, pankarta bi nivîsa, “Tu kulîlka biharê ya hê nebişkivî ye Kemal Kurkut” hilgirtin.    Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bi bidawîbûna rêzgirtinê re girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Piştre jî Dayikên Aştiyê kevok firandin.    Piştre jî Dayika Aştiyê Ayşe Hezer axivî û got: “Ez Newroza hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ev pêyama birêz Ocalan wê aştî û azadiyê bîne. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Ev peyama aştî, azadî û wekheviyê ye.”    ‘DORA GAVAVÊTINÊ YA DEWLETÊ YE’   Hevserokên DBP’ê û DEM Partî yên Şirnex û navçeya Hezexê, parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û hevşeredarê Hezexê Dogan Adilbelî derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre jî Hevşeredara Bajarê Mezin a Merdînê Devrîm Demîr axivî û got: “Agirê Kawayê Hesînkar vêxistiyê îro bi hêviyeke mezin geş dibe. Îro hemû cîhan qala têkoşîna Kurdan dike. Bangeke sedsalê û hebûn û tunebûna Kurdan diyar dike hat kirin. Em piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan dikin. Ev bang ji bo hemû gel û baweriyan e. Lê divê êdî bombe li ser gelê Kurd neyên barandin. Em bang li rêyedarên dewletê jî dikin ku gav biavêjin. Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye.”    ‘EM QETILKIRINÊ QEBÛL NAKIN’    Aysegul Dogan jî di pîrozbahiyê de axivî û got: “Newroza Serok Apo jî pîroz be. Newroz ji bo me Kurdan ne tenê roja cejnekê ye. Newroz ji bo me Kurdan xwe nûkirin û çareserî, aştî û jiyaneke nû ye. Gelê Kurd ji aliyekî ve kêfxweş e û ji aliyê din ve jî xemgîn e. Îro jî rojeke wisa ye. Duh bîranîna komkujiya Helebceyê bû. Îro xeberek ji Kobanê hat. Kurd hemû ji bo Kobanê xemgîn in. Ji ber ku li wir malbatek hatiye bombebarankirin û qetilkirin. Em qebûl nakin ku Kurd bên kuştin. Em desteserkirina vîna gelan qebûl nakin. Em dibêjin dev jî înkarê berdin ku bila raperîn nebe. Peyama me zelal e. Di destekî me de gul û di destekî me de bombe nîn e. Her du destên me jî ji bo aştiyê vekirî ne. Kesên bi Kurdan re aştiye pêk bînin bila êdî Kurdan nekujin. Em qebûl nakin. Em ji kuştin û bomberankirinê re dibêjin êdî bes e. Rêya ku ji aliyê rêzdar Ocalan ve hatiye vêkirin ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn e. Bila bizanibin ew nexşere ne tenê ji bo gelê Kurd e, temînata hebûna hemû gelan e. Divê hemû kes piştgiriyê bidin banga rêzdar Ocalan. Divê di serî de deriyê Girava Îmraliyê bên vekirin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê aştî û wekheviyê bîne ser vê erdnîgariyê.”   ‘BI SAYA BERXWEDANA BOTANÊ EM ÎRO LI VIR NEWROZÊ PÎROZ DIKIN’    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di pîrozbahiyê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, Newroza gel pîroz kir û got: “Agirê Newrozê herî zêde li Botanê geş bû. Botan bû navnîşana berxwedana Newrozê. Di encama vê berxwedanê de em dikarin îro li vê qadan Newrozê pîroz bikin. Mazlum Dogan di zindanê de li dijî tunehesibandina gelê Kurd xwe kir Newroz. Ew agir bi berxwedanê wî geş dibe û belavî tevahiya Kurdistanê bû.”   ‘DIVÊ FAÎLÊN KOMKUJIYA LI KOBANÊ HESABÊ BIDIN’    Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê ku 7 jê zarok 9 kes bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Beramberî vê banga dîrokî ev bombebaran nayê qebûlkirin. Divê rêyedarên dewletê derbikevin û daxuyanî bidin. Bi milyonan Kurdan piştgiriya banga rêzdar Ocalan kirin. Lê hûn radibin komkujiyan dikin. Divê faîlên komkujiya Kobanê derkevin holê. Gelê Kurd li Kobanê di bin xeterê de ye. Desthilat tenê li gelê Kurd binêre wê bizanibe ku çi bike. Em bi êrişan neqediyan. Berê me li banga Abdullah Ocalan e. Em dibêjin hemû gelên Tirkiyeyê divê berê xwe bidin vê bangê. An em ê wekhev bijîn û an jî ev înkar wê berdewam bike. Înkar û pişaftin êdî li Kurdistanê ne bê wate ye. Gelê Kurd dibêje ez ê li welatê xwe azad bijîm. Banga rêzdar Ocalan li dijî înkarê ji bo hemû kesan azadî û wekhevî ye. Divê birêz Ocalan êdî ji hêla fîzîkî ve azad bibe.   AZADIYA ABDULLAH OCALAN   Hezex cihekî girîng e. Di salên 1990’î de yek ji cihê ku herî zêde kuştinên kiryarnediyar lê qewimîn e. Em careke din malbata ku li Kobanê jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bibîr tînin. Divê birêz Abdullah Ev Newroz bila bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan û aştiyê.”   Bi axaftinê re girseyê bi yekdengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pêxistin. Herî dawî jî stranbêj Mizgîn Turan derket ser dikê û stran gotin. Pîrozbahiya Newrozê li ber stran û gerandina govendê bi dawî bû.