Li Qendîlê SÎHA'yek hate xistin 2025-03-17 14:24:00   NAVENDA NÛÇEYAN – HPG'ê diyar kir ku tevî biryara agirbestê jî Tirkiye di nava 16 rojan de zêdetirî 5 hezar caran êriş pêk aniye.    Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" PKK'ê di 1 'ê Adarê de bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. HPG'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî biryara agirbestê ya Tirkiyeyê jî êrişên xwe dewam kirine. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), hat diyarkirin ku ji dîroka agirbestê û vir ve Tirkiye 8 caran bi çekên qedexekirî, 93 caran bi hewayî û 5052 caran bi çekên giran, top û obûsûsan êriş pêk aniye.   HPG'ê da zanîn ku HPG'ê li dijî êrîşan mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî û wiha got: "Di 16'ê Adara 2025'an saet di 19.20'an de SÎHA’ya Akinci ya ku li asîmanên Qendîlê bi bilindî difiriya ku dewleta Tirk difikire nikare bê xistin, hat xistin. Eger ev êriş dewam bikin, mafê me heye ku em bi vî rengî balafirên keşfê yên parastinê bînin xwarê.”