Rêveberiya Xweser: Lêpirsîna navneteweyî bê vekirin 2025-03-17 14:03:52 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî komkujiya li gundê Berxbotan ê Kobanê da û xwest li dijî êrîşên Tirkiyê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî komkujiya li gundê Berxbotan ê Kobanê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya şermezarkirina komkujiyê de hate gotin ku Tirkiyê sûcên şer li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi van êrîşan re hemû peymanên navneteweyî hatine binpêkirin û wiha hat gotin: "Komkujiya Berxbotan ne komkujiya destpêkê ye ku ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin."   LÊPIRSÎNA NAVNETEWEYÎ   Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş li ber çavên civaka navneteweyî û saziyên pêwendîdar pêk hatin û ev bêdengî bû sedem ku Tirkiye hîn bêhtir sûcên şer bike. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku li dijî komkujiyê lêpirsîneke navneteweyî were destpêkirin û encam bi rengê dosyayekê radestî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî were kirin.   Hate gotin ku tu êrîş dê li pêşiya avakirina Sûriyeke demokratîk, azad û nenavendî nebe asteng.