Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li Berxbotanê daxuyanî da 2025-03-17 13:47:03   ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê têkildarî komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê daxuyanî da û got: “Em ê nehêlin Kobanê ber bi tarîtiyê ve bibin.”    Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî komkujiya dewleta tirk li gundê Berxbotanê ya Kobanê kirî ku 7 jê zarok bi giştî 9 kes hatin qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da.    Di daxuyaniyê de êriş weke sûcê li dijî mirovahiyê hate pênasekirin û wiha hate gotin: “Hêzên ku ev sûc kirin, ew hêz in ku naxwazin aştiyeke birûmet bê vê xakê. Bi derxistina şer û aloziyê re dixwazin banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Ocalan sabote bikin. Hêzên qirêjî yên li pişt vê êrişa li dijî Kobanê ku jinan bi ked û bedelên giran rizgar kiribû, bila baş bizanin ku dê jin destûrê nedin vê xakê ber bi tarîtiyê ve bibin. Di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em ê li dijî hemû êrişên li dijî hêviya aştiyê tên kirin derkevin. Ji bo ku hêzên li pişt vê êrişa li dijî daxwaza aştî û azadiyê ya jinan, ciwanan û gelan hatiye kirin bên derhîkirin, em ê bitêkoşin.”