Newroz li Geverê wê piştî 10 salan li cihê xwe yê berê bê pîrozkirin 2025-03-17 10:02:49 COLEMÊRG - Pîrozbahiya Newrozê ya li Geverê wê li Stadyûma Cîlo ya kevin piştî 10 salan careke din bê pîrozkirin. Komîteya Rêxistinbûnê ku li 172 gund, 16 tax û navendan komîsyon ava kir, gel vexwend pîrozbahiyan.  Newroz îsal bi dirûşmên "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Newroza Civaka Demokratîk ji bo Azadiyê" tê pîrozkirin. Yek ji bajarên ku wê Newroz lê bê pîrozkirin navçeya Gever a Colemêrgê ye. Di 20 'ê Adarê de li Geverê Newroz wê li cihê xwe yê berê "Stadyûma Cîlo ya Kevin" piştî 10 salan bê pîrozkirin. Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Feyyaz Dara û Resûl Temel diyar kirin ku ew bi banga sedsalê Newroza sedsalê pêşwazî dikin.     KOMÎSYON HATIN AVAKIRIN   Feyyaz Dara diyar kir ku Newroz ji Kawayê Hesinkar, Mazlûm Dogan û Rahşanan heta roja îro bi ser ketiye û Newroz ji bo gelê Kurd roja têkoşînê ye. Dara da zanîn ku ew bi rojan e ji bo Newroza ku wê îsal di 20 'ê Adarê de li Geverê bê pîrozkirin dixebitin û wiha got: "Di çarçoveya van xebatan de me li 172 gund, 16 tax û navendên bazarê 15 komîsyon ava kirin. Di nava 10 salan de yekemcar em ê Newrozekê li vê qadê pîroz bikin. Ev qad hem ji bo gelê Geverê hem jî ji bo me xwedî girîngiyeke cidî ye. Ji sala 2015 'an û vir ve yekemcar wê Newroz li vê qadê bê pîrozkirin. Weke komîteya rêxistinbûyînê me hemû amadekariyên xwe kirin. Ji aliyê rêxistinî, teknîkî û ewlekariyê ve ti pirsgirêk dê rû nedin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi Newroza sedsalê re di 20 'ê Adarê de saet di 12.00'an de banga sedsalê pêk bînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di roja Newrozê de li vir li ber xwe bidin.”   MAL BI MAL BANG TÊ KIRIN   Resûl Temel bal kişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: "Agirê Newrozê ji berxwedana Kawayê Hesinkar vir ve nehatiye vemirandin û wê di dema pêş de neyê vemirandin. Newroz roja berxwedan, aştî, azadî û jiyana bi biratî ya bi civakên Kurdan re ye. Ev Newroz ji Newrozên din pir cudatir e. Ji ber ku dema pêvajoyeke aştiyê tê destpêkirin Newroz tê pîrozkirin. Ji sala 2015 'an û vir ve yekemcar em ê Newrozê li vê qadê pîroz bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev Newroz wê gelekî bi heybet, girseyî be û tevkariyeke mezin li pêvajoya aştiyê bike. Em karê xwe bi çûna mal bi mal dikin. Em hemû gelê xwe vedixwînin vê Newroza dîrokî."    MA / Ruken Polat