ROJEVA 17’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-17 09:00:17   * Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bi peymana bi hikûmeta demkî re îmzekirin dê ji statuya Rêveberiya Xweser tiştekî winda nekin û destkeftiyên wan dê mayinde bibin.    *Dayika Aştiyê Durrî Kaygusuz ku gundê wan hate şewitandin, gelek bi ser mala wê de hate girtin û hat binçavkirin, kurekê wê di şer de jiyana xwe ji dest da û kurekê wê jî di girtîgehê de, diyar kir ku ew her tim daxwaza aştiyê dikin û got: “Em bang li dewletê dikin: Êdî bes e dora we ye.”    * Girtiyên il Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Sîlîvriyê tên ragirtin anîn ziman ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zext û êrişên ser wan giran bûne û ev yek weke provokasyona li dijî pêvajoyê nirxandin.    * Hunermendên ku xwe ji bo pîrozbahiya Newrozê amade dikin anîn ziman ku ew dê stranên xwe ji bo aştiyê bibêjin û banga tevlibûnê li her kesî kirin.    * Serokên komeleyên herêman ji bo pîrozbahiya Newroza Stenbolê ku dê di 23’yê Adarê de were lidarxistin banga tevlibûnê kirin û gotin: “Newroz, ji bo aştî û biratiyê gelek girîng e. Em dixwazi her kes tev li bibe.”    * Li Êlihê beriya Newrozê daxwaza ji bo cil û bergên Kurdî zêde bû û dirûnkar hewl didin vê daxwazê pêşwazî bikin.    * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê îro li Meclisê biçin serdana MHP û AKP’ê. (11.00-14.00)   * Li Agirî/Panos, Şirnex/Hezex, Manisa, Îdir, Wan/Erdîş, Sêrt/Misirc, Amed/Erxenî, Riha/Sêwereg, Mûş/Gimgim, Colemêrg/Çelê, Mêrdîn/Şemrex û Êlih/Hezoyê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-15.00) ZINDÎ