Li bakurê Makedonyayê herî kêm 50 kes di şewatê de mirin 2025-03-16 11:54:00   STENBOL - Li bakurê Makedonyayê di kulubeke şevê de ku zêdetirî hezar kes li wir bûn, şewat derket. Di şewatê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li bakurê Makedonyayê di kulubeke şevê de ku zêdetirî hezar kes li wir bûn, şewat derket. Şewat, di demekî kin de mezin bû. Li gorî agahiyan, di şewatê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyên di şewatê de birîndar bûyîn jî sewqî nexweşxaneyên li derdorê hatin kirin.    Dozgeriyê, têkildarî şewatê daxuyanî da û got ku hewl didin hejmara mirî û birîndaran zelal bikin.