Konferansa 'Rojhilata Navîn û Aştiyê’ hat lidarxistin 2025-03-15 16:43:54   NAVENDA NÛÇEYAN - 3’yemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Aştiyê’ ku dê du roj bidome, destpê kir. Di konferansê de behsa rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di pêvajoyê de hat kirin û hat destnîşankirin ku ji bo aştiyê tenê bêdengbûna çekan têr nake.   3’yemîn Konferansa ‘Rojhilata Navîn û Aştiyê’ ku bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) hatiye birêxistin kirin û dê du rojan dewam bike, li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê destpê kir. Di konferansê de gelek saziyên sivîl ên navneteweyî, partiyên siyasî û nûnerên sendîkayan amade bûn.   ‘AŞTÎ TENÊ BI BÊDENGKIRINA ÇEKAN PÊK NAYÊ’   Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz axaftina vekirinê kir û diyar kir ku DAÎŞ û komên mîna wê li Rojhilata Navîn jiyana jinan veguherandine dojehê û got ku li Sûriyeyê gelên bindest tên qetilkirin. Karagoz, anî ziman ku ew êrîşên ku xizmetê ji berjewendiyên hêzên emperyalîst re dikin şermezar dikin û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku bikevin nava tevgerê   Karagoz, destnîşan kir ku aştî ne tenê bi bêdengkirina çekan, di heman demê de bi têkoşîna hevpar a gelan dikare pêk were û bang li hemû gel û saziyan kir ku li dijî şer ji bo aştî û azadiyê seferber bibin.   Piştre Prof. Dr. Hayrî Kozanoglu behsa hevsengiya hêzên navneteweyî yên li tevahiya cîhanê kir û got, "Bandora Emerîkayê li cîhanê her ku diçe kêm dibe. Trûmp Ûkrayna tevlî hevdîtinan nake, Ewropayê tevlî pêvajoyê nake. Çîn bûye hêzeke mezin. Hîndîstan yek ji welatên herî bi lez mezin dibe ye. Brezîlya, Meksîka û Endonezya jî hewl didin bibin xwedî gotin.”   Doç. Dr. Elçîn Aktoprak jî got, “Di salên 1990’î de şer û qirkirin hebûn, lê lêgerîna aştiyê jî hebû. Lîberalîzma serketinê îlan kir, mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî derket pêş. Jin, LGBT+ û kêmnetewe derketin qada têkoşînê. Tevgera karkeran hat tepisandin. UNESCO di sala 1995’an de çanda aştiyê pênase kir û sala 2000’î weke sala çanda aştiyê hate ragihandin.   Îro êdî modelên demokrasiyê nayên nîqaşkirin. Piştî sala 2001’ê, DYE’yê vegeriya ser rêbaza 'pêşî ewlekarî, duyemîn aştî'. Piştî sala 2008’an berberî zêde bû, dewlet bi hêztir bûn û bi dîwaran sînor hatin avakirin. Hiqûqa navneteweyî û projeyên aştiyê kêm bûn. Her kes behsa aştiyê dike, lê ji bo wê pêngavek cidî navêje. Divê em aştiyek herêmî pêk bînin.”   ‘ROLA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E’   Doç. Dr. Yucel Demîrer got, “Li Tirkiyeyê di şert û mercên wekhev de aştî nayê nîqaşkirin. Gotina stranên neteweyî yên Kurdî jî dikare bibe sedema tundiyê. Di televizyonan de li gorî berjewendiyên xwe behsa aşitiyê dikin. Civaka sîvîl di pêvajoya muzakereyê de xwedî bandor nîne, rayedar her tim diaxivin. Abdullah Ocalan her çiqas xwedî roleke girîng be jî di nava şert û mercên bi sînor de ye.”   ‘YÊN QALA AŞTIYÊ KIRIN HATIN CEZAKIRIN’   Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî wiha got, “Desthilatdarî bi salan e kesên aştiyê dixwazin ceza dike. Krîza cîhanî û desthilatdariya otorîter çareseriyê zehmet dike. Her firsendeke ji dest çû berdêlek giran bi xwe re anî. Ji bo civakbûna aştiyê divê em enerjiya xwe rast bi kar bînin. Ocalan got, ‘Em ê şer veguherînin zemînek polîtîk û hiqûqî." Ev ji bo Tirkiyeyê derfeteke girîng e.   ‘DIVÊ OPERASYONÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ BÊN RAWESTANDIN’   Divê operasyonên leşkerî û siyasî bi dawî bibin. Divê muxalefeta sereke zelal bike ku ger were ser desthilatdariyê dê çi bike. Divê ji bo girtiyên nexweş rêzikên qanûnî bên çêkirin. Divê xebatên aştiyê ya li Sûriyeyê bên destekkirin. Ger ji Tifaqa Cumhur an jî AKP’ê re bê hiştin, dibe ku hilweşînek mîna ya piştî 2015’an çêbibe. Divê em realîst bin û ji bo tiştên nepêkan jî bikevin nava hewldanê.”