Tevî nexweşiya giran jî nayên berdan! 2025-03-15 16:25:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqere û Stenbolê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Mehmet Emîn Vural û Abdulmenaf Aytaç û tehliyeya wan hate xwestin.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di hefteya 677’an a çalakiya ‘Rûniştina F’ de, li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Vural ê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nayê astengkirin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin û bê navber dirûşme hatin berzkirin. Endamê Desteya Rêveber a ÎHD’ê Ferît Barut daxuyanî xwend.   ENQERE   Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di hefteya 549’an a çalakiya xwe de, bal kişand ser rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Abdulmenaf Aytaç ê ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa Rehabîlîtasyon a Elazig tê ragirtin. Hat xwestin ku demildest Aytaç were berdan.