Alimê olî Enver Emîrkûlû: Divê dewlet erka xwe pêk bîne 2025-03-15 09:12:53 ENQERE – Yek ji alimên olî yên ku banga Abdullah Ocalan wekî banga sedsalê bi nav kir Enver Emîrkûlû diyar kir ku divê dewlet erka xwe pêk bîne. Piştgiriya hemû pêkhateyên civakê ya ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Yek ji alimên olî Enver Emîrkûlû jî banga "Aştî û Civaka Demokratîk" wekî "banga sedsalê" bi nav kir û got ku divê dewlet di vê pêvajoyê de erka xwe pêk bîne.    Emîrkûlû bal kişand ser ayetên Quranê yên der barê aştiyê de û wiha got: "Di sûreya Hucuratê de tê gotin ku heke di navbera du aliyan de pirsgirêk derkeve, di navbera wan birayên xwe de aşitiyê pêk bînin. Ger aliyek aştiyê bixwaze û yê din naxwaze, heta ku aştiyê qebûl bikin bi wan re şer bikin. Ev fermana Qurana pîroz e."   'DIVÊ DEWLET GAVAN BAVÊJE'   Emîrkûlû bi bîr xist ku PKK'ê biryara agirbestê daye û destnîşan kir ku divê dewlet gavekê biavêje û operasyonan rawestîne û got: "Divê dewlet operasyonan rawestîne. Ya ku derfetê dide aştiyê ev e. Ya duyemîn jî divê dewlet Meclisê bicivîne û hin gavan biavêje. Pêngava sedsala duyemîn tê avêtin. Ji ber ku divê sedsaleke din bi redkirin û înkarê derbas nebe."   'DIVÊ HER KES PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'   Emîrkûlû anî ziman ku divê partiyên siyasî û dewlet erka xwe pêk bînin û got: "Em di meha Remezanê de ne. Em hêvî dikin ku ev meha Remezanê ji bo hemû gelan bibe sedema aştî, wekhevî û jiyaneke geş. Banga me ji dewletê re ev e: divê dewlet gaveke wiha bavêje ku rê li ber aştiyê vebe. Divê gelê kurd jî tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike. Em dizanin MHP, AKP û CHP tevkariyê li aşitê dikin, lê divê her kes peywira xwe bi cih bîne. Înşele wê ev meha xweş a Remezanê bibe meha aştiyê."   LI SER ESASÊ WEKHEVIYÊ   Emîrkûlû diyar kir ku divê bingehên çekberdana PKK'ê bên avakirin û got: "Ez jî wekî kurdekî û wekî alimekî dîndar qêriyam. Ez endamê Komeleya Alimên Olî me û wekî komele em bi salan e aştiyê dixwazin. Aştî tenê bi selamûelêkiman pêk nayê. Şert û bingehên aştiyê hene. Aştî ne ew tişt e ku tu ji kesên bi salan e, 47 sal in bedêlên giran dane bibêjî 'were ez çoqlatekê bidim û em li hev bên.' Divê dewlet sererast bike ku ev pêvajo ji bo çi qewimîne. Me di 1071'ê de yekîtiya çerenûsê çêkiriye. Ji bo berdewamiya vê çarenûsê û mifha vî welatî divê dewlet hin gavan bavêje. Divê careke din li vî welatî red û înkar çênebe. Ger çêbibe, dê ev pirsgirêk çareser nebe û wê heyf be. Wê heyfa ev qas kedê be. Ez bang li her kesî dikim ku bi berprisiyarî tevbigerin. Ger tiştek ji destê we neyê jî dua bikin. Bi îzna Xwedê dê kurd wê yekîtiya çarenûsê ya 1071'ê di 2025'an de jî bidomînin û em ê bi hezaran salên din jî vî welatî bi ruh û can bikin. Em ê bi biratî û wekhev bijîn. Teqez divê bingeha wekheviyê esas bê girtin."