ROJEVA 14’Ê ADARA 2025’AN 2025-03-14 09:00:23   * Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Mehmet Şerîf Demîr got: "Eger pêvajoyek were destpêkirin, divê beriya her tiştî girtiyên nexweş bên berdan."   * Kurdistanî û dostên wan ji destpêka salên 1990’î û vir ve, bêyî guh bidin êrişan li qadan Newrozê pîroz dikin. Daxwaza "azadî" û "çareseriyê" li qadên ku bi milyonan kes li hev dicivin bilind dibin.   * Cenazeyê Dayika Aştiyê Sakîne Arat dê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê definkirin. (10.00)   * Li navçeya Depê ya Xarpêtê û li navçeya Curnê Reş a Rihayê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. Li Parka Şerzan Kurt a li Êlihê dê agirê Newrozê bê vêxistin. (12.00-20.00) ZINDÎ   * Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê bi Baskê Jinan a Partiya Saadetê re hevdîtinê bike. (12.00)   * HDK dê li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê girtin û binçavkirinan protesto bike. (14.00)