Ji bo Newroza Cizîrê bang hate kirin 2025-03-13 16:02:54 ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê ji bo pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê Adarê de were lidarxistin bang kir û got: “Em ê Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi agirê Newrozê re gur bikin.”  Starta Newrozê ya ku dê di 20’ê Adarê de li navçeya Cizîr a Şirnexê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin, hate dayin. Komîteya Amadekar a Newroza Cizîrê li qada Newrozê start da û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de dirûşma “Newroz pîroz be” hate berzkirin û govend hatin gerandin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri ve hate xwendin.    Sanri, anî ziman ku Newroz di heman demê de azadiya gelan e û wiha got: “Newroz ne tenê hatina biharê ye. Ev 2637 sal in Kawayê Hesinkar Dehaqê zalim ji textê zilme aniye xwarê û ev roj bû roja azadiya gelan. Gelê kurd û Rojhilata Navîn bi vê ?oreşê ji zilmê rizgar bûne û ev ji bo gelan bû nûroj anku Newroz. Gelê Kurd ji wê rojê ve pêta agirê Newrozê bilind kiriye û bûye gelê Newrozê. D? pêşengiya gelê Kurd de Newroz bûye Cejna Azadiya Gelan.”   Bi domdarî Sanri anî ziman ku îsal dê bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newrozeke dîrokî pêşwazî bikin û wiha pê de çû: “Bi v? banga dîrokî hêvî û bendewariyên gelan bilind bûne û dengê ji bo azadiyê ji her demê xurtir bûye. Li ser bingeha banga Aştî û Civaka Demokratîk em ê li her qadan pêta agirê newrozê bilind bikin. Îro bi ruhê Kawayên Hemdem Mazluman, Zekiyeyan, Rehşanan û Viyana agirê Newroza Azadiyê ji her demê bêhtir gur û geştir bûye. Em ê di 20’ê Adarê seat di 11.00’an de li Qada Newrozê dengê xwe ye ji bo aştî û azadiyê bilind bikin. Bi ruhê Newroza Azadiyê ji 7 sali heta 70’î salî hemû gelê me div? biherikin gada Newrozê.”   Piştî daxuyaniyê, girseyê li qada Newrozê agir pê xist û govend gerand.    BERNAMEYA PÎROZBAHIYÊ   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akay Ata dê weke axêver tev li Newrozê bibe û hunermend Rojda, Kasim Taşdogan û hunermendên herêmî dê derkevin ser dikê.