Sînorê birçîtiyê derket 22 hezaran û yê xizaniyê jî derket 79 hezaran 2025-03-13 13:25:50 ENQERE - Li gorî daneyên BÎSAM’ê, sînorê birçîtiyê kêmtirîn mûçe derbas kir û derket 22 hezar û 886 lîreyan. BÎSAM'ê ’ot ku sînorê xizaniyê jî derketiye 79 hezar û 165 lîreyan.  Navenda Lêkolînkirina Çînê ya Bîrleşîk Metal-Îş’ê (BÎSAM) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Rapora Sînorê Birçîtî û Xizaniyê aşkera kir. Li gorî daneyan, ji bo malbateke 4 endamên wê heye sînorê birçîtiyê derket 22 hezar û 886 lîreyan û sînorê xizaniyê jî derket 79 hezar û 165 lîreyan.    Li gorî raporê, sînorê xizaniyê yê şexsekî/ê jî bû 36 hezar û 681 TL.