Kesê weke ‘bijîşkê salê’ hatibû hilbijartin ji ‘sextekariyê’ hate girtin 2025-03-13 10:09:34 ŞIRNEX - Derket holê ku Îsmet Besen ê ji ber “sextekariya biwesf” hatibû girtin, piştî di sala 2006’an de wek “bijîşkê salê” hat hilbijartin di çarçoveya heman lêpirsînê de hatiye girtin.  Kesê bi navê Îsmet Besen di sala 2006’an de li seranserî Tirkiyeyê weke “Bijîşkê salê” hate hilbijartin. Besen, di 11’ê Sibatê de cara duyemîn ji ber “sextekariyê” hate girtin. Besen, di performansa sala 2006’an de li Şirnexê weke “Bijîşkê salê” hate hilbijartin. Di sala 2007’an de jî ji ber nelirêtiya di dermanan de kiribû, hate girtin. Di heman lêpirsînê de derket holê ku Besen bi rêya nelirêtiya kiribû bi sed hezaran lîre pere qezenc kiriye. Lê tevî vê jî piştî 39 rojan hate berdan. Besen, piştî tehliyeya xwe ev îdia kir: “FETO’yê li dijî min kompas kir.”   Besen, piştî tehliyeya xwe li nexweşxaneyeke taybet a li navçeya Silopiya ya Şirnexê weke pisporê welidandina jinan karê xwe domand. Besen, di çarçoveya lêpirsîna Amirtiya Buroya Sextekariyê ya Şaxa Asayîşa Navçeyê de di 11’ê Sibatê de dîsa hate binçavkirin û girtin. Besen, ji ber sûcê “Ji bo jinên ne ducanî, rapora ducanîtiyê amade kir” hate binçavkirin. Di lêpirsînê de derket holê ku DNA’yên fetusên Besen dabû jinên mexdûr, hev nagirin.   DAXUYANIYA EMNIYETÊ   Serokatiya Daîreya Asayîşê ya Midûriyeta Giştî, têkildarî girtina Besen ev daxuyanî da: “Gumanbarê bi navê Îsmet Besen, li navçeya Silopiya ya Şirnexê di klînîka welidîna jinan de ji bo tedawîkirina pirsgirêkên ducaniyê pere standiye. Qaşo ev jin tedawî kiriye û di encamê de jê re gotiye ku ducanî ne. Di dema kontrolê de jî bi rêya hinek dermanan qaşo ji ducaniya jinan re bûye alîkar û demek piştre ji nexweşên xwe yên jin ên ducanî re gotiye ku pitikên wan di zikê wan de mirine. Piştî karûbarê kurtajê jî fetus an jî pitikên mirî jidayik bûyîn daye nexweşên xwe. Ji bo gilî nekin jî ji hinek miştekiyan re pere şandiye. Amirtiya Buroya Sextekariyê ya Şaxa Midûriyeta Asayîşa Silopiyayê, di çarçoveya van îdiayan de xebat da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de îfadeyên 12 miştekiyan hatin girtin. DNA’yên 2 fetusên dabû mexdûran hatin lêkolînkirin û di encamê de hate tespîtkirin ku ev DNA yên miştekiyan hev nagirin. Di heman demê de, kesên pispor li ser dermanên ku gumanbarî dabû nexweşan lêkolîn kirin. Di lêkolînê de derket holê ku ev derman ducaniyê zêdetir dikin. Li gel ku jin ducanî nebûn, rapora ducaniyê amade kiriye. Di encama operasyonê de Bijîşk Îsmet Besen û xebatkarên klînîkê yên bi vî kesî re dixebitin jî di nav de bi giştî 4 gumanbar hatin binçavkirin. Di 14’ê Sibatê de sewqî meqamên edlî hatin kirin û ji gumanbaran yek jê hate girtin.”    MA / Zeynep Durgut