'Em ji bo aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind dikin' 2025-03-08 17:15:47 STENBOL - Jinan di "Hevdîtina Jinan a Mezin" a li Kadikoyê de bertek nîşanî "Sala Malbatê" ya ku hikûmetê  dan û gotin ew ê salê bikin sala têkoşînê û ji bo têkoşîna aştiya Rojhilata Navîn û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê wê dengê xwe bilind bikin. Jinên ku li Stenbolê di pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê hatin cem hev, li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê bi dirûşma "Bi hev re ber bi têkoşînê ve",  "Hevdîtina Jinan a Mezin" li dar xistin. Beriya civînê jinan kortejek ava kirin û heta qadê meşiyan.   Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ber avahiya Rêxistina Navçeya DEM Partiyê ya li Kolana Halîtaga kom bûn. Jinên ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî çalakiyê bûn pankartên "Jin jiyan azadî",  "Bijî têkoşînê jinan", "Em ê van rojên reş bi jinan re ronî bikin"  vekirin.    Bi sedan jinên ku ji herêmên cuda yên Kadikoyê ber bi qadê ve meşiyan li qadê hatin cem hev. Bi tilîlî û govendê coşa xwe li qadan nîşan da. Em gelek caran dibihîzin “Jin jiyan azadî; Di meşê de dirûşmên "Sara, Rojbîn, Ronahî" û "Bijî têkoşîna jinan" hatin qîrîn. Stranên Kurdî yên bi Erbaneyan hatin gotin coşa çalakiyê zêde bû. Di çalakiyê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û Denîz Poyraz a li Îzmîrê hat qetilkirin hatin hilgirtin.   Dayika Aştiyê Rewşan Duner di çalakiyê de axivî û got, “Em li hemberî jinên ku ev roj ji me re hiştine, serî ditewînin. Ez 8’ê Adarê li hemû dayîk û jinên şoreşger pîroz dikim. 8'ê Adara 2025'an pir girîng e. Rêberê Gelê Kurd banga aştî û civaka demokratîk kir. Em weke jin heta dawiyê li pişt vê bangê ne."   Piştre jî xwişka Muhterem Pets a ku hat qetilkirin Çîgdem Kuzey axaftinek kir. Çîgdem Kuzey got, “Zorê nedin malbatê, em jin ne tenê malbat in. Em ê bêdeng nemînin. Ev welat ber bi tariyê ve neçe, bila dawiya me tarî nebe. 8'ê Adarê pîroz be."   Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.