Bernameya hevdîtinan a DEM Partiyê diyar bû 2025-03-07 16:28:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê li gorî rêzê biçin serdana EMEP, CHP û TÎP’ê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate aşkerakirin, bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di 10’ê Adarê saet di 10.00’ê de li Meclisê bi Partiya Kedê (EMEP) re bicive. Di heman rojê saet di 13.00’ê de jî dê biçe serdana Navenda Giştî ya Partiya Gel a Komarê (CHP).    DEM Partî dê di 12’ê Adarê saet di 11.00’ê de jî li Meclisê bi Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) re hevdîtinê bike.