Dewleta tirk Sirînê topbaran dike 2025-03-07 15:16:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter, bajarokê Sirînê û gundewarên wê topbaran dikin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in.    Li gorî nûçeya ANHA’yê; dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter bajarokê Sirînê yê Kantona Kobanê û gundewarên wê topbaran dikin.