EFFP'ê piştgirî da banga Ocalan: Firsendeke dîrokî ye 2025-03-07 15:09:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Foruma Ewropayê ya ji bo Aştî û Azadiyê diyar kir ku l dijî banga Abdullah Ocalan divê gavên pêbawer bên avêtin û xwest “mafê hêviyê” bê cîbicîkirin.  Foruma Ewropayê ya ji bo Aştî Azadiyê (EFFP) ku gelek rojnameger, akademîsyen, hunermend û siyasetmedar tê de cih digirin, têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku banga Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina şerê 50 sal in didome, firsendeke dîrokî ye.    Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê Tifaqa Cumhur ku AKP û MHP tê de cih digirin, divê serî li taktîkên mijûlkirinê nedin û berpirsyartiya xwe bicih bînin. Hat destnîşankirin ku ev firsenda dîrokî bi qasî bi însafa rayedaran re neyê hiştin dîrokî û jiyanî ye. Hat xwestin ku muxalefet jî divê bi hev re tevbigere û ji bo hikûmet di mijara aştî û demokratîkbûnê de gavan biavêje hewceye zextê lê bikin.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê “Mafê hêviyê” were cîbicîkirin, hewceye pêvajoya muzakereyan bi şefafî bê meşandin, çarçoveyeke qanûnî bê avakirin û Meclis jî ji bo muzakereyan weke platforma yekemîn were bikaranîn. Hat gotin ku divê girtiyên siyasî, girtiyên nexweş û kal bên berdan, sepana qeyûman were bidawîkirin, hevşaredarên ji peywirê hatine girtin dîsa vegerin ser peywira xwe û zextên siyasî û leşkerî bên bidawîkirin. Herî dawî hat xwestin ku xeletiyên di pêvajoyên berê de hatine kirin neyên dubarekirin.