Îdianameya der heqê Ahmet Ozer de hate qebûlkirin 2025-03-07 14:27:21   STENBOL - Îdianameya der heqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, hate qebûlkirin.    Îdianameya der heqê Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer de ku bi rêbaza “Lihevkirina bajar” hatibû hilbijartin û li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin, hate qebûlkirin. Îdianame, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye amadekirin û heta 15 salan cezayê hefsê jê re tê xwestin.    Danişîna Ozer dê di 23’yê Gulanê de li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin.