Ji ber ku wêneyên wan di Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin 2025-03-07 10:56:16 STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de Îzzet û Şukriye Çınar hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku bi hinceta ku wêneyên wan di pirtûka perwerdeyê Hînkerê de hene, hatine binçavkirin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan di 5’ê Adarê de bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de ji nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç li Stenbolê, Ronayî Onen li Amedê û Samî Tan jî li Rihayê hate binçavkirin. Hat zanîn ku her sê nivîskar jî ji ber pirtûka perwerdeya Kurdî “Hînker”ê ku di sala 2010’an de hatibû çapkirin, hatine binçavkirin.    Îfadeyên Ronayî Onen û Samî Tan duh li ser SEGBÎS’ê hatin girtin û bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Tê payin ku Mevlut Aykoç jî îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bê kirin.    Duh jî di çarçoveya heman lêpirsînê de Îzzet Çinar û Şukriye Çinar ku hevjîn in di serdegirtina malê ya li Stenbolê de hatin binçavkirin. Karûbarên îfadegirtinê yên Îzzet Çinar û Şukriye Çinar ên li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi dawî bûn. Tê payin ku îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bên kirin.    LI EMNIYETÊ TÊKILDARÎ HÎNKERÊ PIRS HATIN KIRIN    Li emniyetê armanca amadekirina pirtûka Hînkerê ji Mevlut Aykoç, Samî Tan, Ronayî Onen û Sadik Varli hate pirsîn ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ve di salên 2010, 2011 û 2012’an de ji bo pewedeyê hatibû amadekirin. Di heman demê de hat zanîn ku navên kesên wêneyên wan di pirtûka Hînkerê de hene jî ji binçavkiriyan hatine pirsîn.    Di îfadeyê de hat îdiakirin ku di çenteyê 2 PKK’iyên li Agirî û Şirnexê jiyana xwe ji dest dayin de pirtûka Hînkerê hatiye dîtin û ji binçavkiriyan hate pirsîn bê ka haya wan ji vê rewşê heye yan na.    Di îfadeyên li emniyetê de derket holê ku wêneyên Îzzet û Şukriye Çinar di pirtûka Hînkerê de hene lewma hatine binçavkirin. Li emniyetê wêne nîşanî hevjînan dan û pirsîn weke “Ev wêneyên we ne yan na?”, “Kesên din ên di wêneyan de cih digirin kî ne?” û “Ev wêneye kengî hatine kişandin?” hatin kirin. Îzzet û Şukriye Çinar jî diyar kirin ku wêne 15 sal berê hatine kişandin, kesên di wêneyan de tên dîtin nas nakin û wêne ji bo pirtûka perwedeyê Hînkerê hatine kişandin. Hevjînan, gotin ku wêne bi daxwaza wan hatine kişandin û ji bo vê tu pere nestendine.  Cemal Kavak ku di xebatên Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) û Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de cih digirt, di sala 2012’an de dawî li jiyana xwe anîbû. Di serdegirtina malê de nameya Kavak di sala 2009’an de ji Îzzet û Şukriye Çinar re nivîsandibû jî hate desteserkirin. Ev nameya ji hevjînan hate pirsîn. Kavak, di nameya xwe de diyar dikir ku hay jê bûye ku keça Îzzet û Şukriye Çinar qezaya trafîkê derbas kiriye û şîfaya xêrê jê re dixwest. Hevjînan jî anîn ziman ku Kavak hevalê wan bû û ji bo rewşa keça wan bipirse name nivîsandiye.    NAV Û WÊNEYÊN DAYIKÊN AŞTIYÊ HATIN PIRSÎN    Di serdegirtinên malê de wêneyeke mitînga HADEP’ê ya Kazliçeşme ya Zeytînburnuyê jî hate desteserkirin. Ev wêne nîşanî hevjînan dan. Di wêneyî de pankarta “Em dayik in, bi aştiyê re ne. Kujer li Meclisê mazlum di hefsê de ne” xuya dike. Di serdegirtinê de kupura Rojnameya Radîkalê ya 13’ê Gulana 2007’an ku têkildarî Dayikên Aştiyê bû, hate desteserkirin. Li ser kupura rojnameyê bi dest nivîsek hatiye nivîsandin. Kupur, ji bo girtiyekî hatiye şandin ku dayika xwe bibîne. Di wêneyî de wiha hatiye gotin: “Bila laçikên hemû dayikan xweşik û spî bin.” Şukriye Çinar, got ku jinmama wê ev wêne weke bîranîn jê re hiştiye.  Li hêla din, di telefona Îzzet Çinar de wêneyê dawî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyê Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî û Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî hatin dîtin û sedema vê jê hate pirsîn. Çinar jî got ku dema li medyaya civakî dinihêrt rastî van wêneyan hatiye.    MA / Omer Îbrahîmoglû