'Ji bo pêvajo zû pêş bikeve divê TMK bê rakirin' 2025-03-07 09:31:09 WAN - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Mehmet Salîh Coşkun diyar kir ku ji bo pêvajoya pirsgirêka kurd bitendurist bi rê ve biçe divê TMK bê rakirin û biryara DMME'yê ya binpêkirina "mafê hêviyê" ya ji bo Abdullah Ocalan pêk were. Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê Mehmet Salîh Coşkun bal kişand ser "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku gavên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd derbasî asta herî kir. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê Mehmet Salîh Coşkun diyar kir ku ji bo serketina pêvajoyê girîng e ku partî berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Coşkûn anî ziman ku hin ji van berpirsyariyên rûbirûbûna rabirdûyê, heqîqetê û edaletê ne û got: "Bi taybetî girtiyên nexweş ên ku bi awayekî derhiqûqî û bê delîl tên girtin, divê bên berdan. Em wekî İHD em ê vê yekê bişopînin. Ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe, divê dewlet û desthilat gavên şênbertir biavêjin."    Coşkûn destnîşan kir ku erkên girîng ên Meclisê ji bo çêkirina rêziknameyên qanûnî hene û got: "Ji bo ev pêvajo bi awayekî baş bidome divê Meclis rêziknameyên qanûnî çêbike. Bi qasî ku em dibînin desthilat û MHP xwedî li vê pêvajoyê derdikevin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û partiyên din ên siyasî jî divê xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku aştî bê pirsgirêk ava bibe."   MAFÊ HÊVIYÊ   Coşkûn diyar kir ku guhertina Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) re û jiholêrakirina encamên biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina "mafê hêviyê" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wê bandoreke cidî li lezkirina pêvajoyê bike û got: "DMME gelek caran ji Tirkiyeyê re ragihandiye ku divê rêziknameya hiqûqî ya li gorî nêrîna Konseya Ewropayê bê dayîn. Divê mafê hêviyê û rêziknameya qanûnî ji aliyê parlamento û desthilatê ve bê kirin da ku ev pêvajo bigihêje encameke baş. Ji bo ev pêvajoa bigihê encameke baş divê Ocalan li derve be û mafê hêviyê pêk bê. Bi vî awayî wê pêvajo bi awayekî hevpar bimeşe û di heman demê de pêvajoya avakirina aştiyê wê bi lez bigihêje encameke saxlem."   'DIVÊ HER KES DAXIL BIBE'   Coşkûn anî ziman ku aştî ne tenê encama muzakereyên di navbera PKK û desthilatê de ye, pêwîstî bi tevkariya hemû civakê heye û wiha domand: "Divê civaka sivîl jî piştgiriyê bide pêvajoyê û tevlî pêvajoyê bibe. Wekî ÎHD em ê pêvajoyê ji destpêkê heta dawiyê bişopînin û berpirsiyariya bidawîhatina şer û rijandina xwînê bigire ser xwe. Avakirina aştiyê girîng e, lê têgînên lihevhatina bi paşerojê, heqîqet û edaletê jî divê di nava civakê de pêk were. Ji van ên herî girîng helbet girtiyên nexweş û siyasî ne û ji bo demildest serbest bên berdan divê rêgezên qanûnî yên pêwîst bên çêkirin."