32 sal in gundê wan qedexe ye: Em bendavê naxwazin, jinûveavakirinê dixwazin 2025-03-07 09:05:27 ŞIRNEX - Welatiyan diyar kirin ku gundên wan ên ku ev 32 sal in "qedexe" ne, dê bi bendava li ser çemê Nêrdûş a navçeya Cizîrê bê çêkirin di bin avê de bimînin û gotin ku ew ne bendavê, ji nû ve avakirinê dixwazin. Ji aliyê Midûriyeta Herêma 10'emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve tê plankirin ku li ser Çemê Nêrdûşê ku yek ji girîngtirîn çavkaniyên avê yên Çiyayê Cûdî ye, bendavek bê çêkirin.   Li herêmê ji bilî bendavê projeyên wekî Santrala Hîdroelektrîkê (HES), projeya avdaniyê, kana keviran, tesîsa şikandin-hûrkirinê û santrala betonê jî hene. Bi van projeyan tê xwestin ku xwezaya Botanê bê talankirin. Bi bendava ku tê çêkirin, beşeke mezin ji gundên Şax û Hebler ên dîrokî û bedew yên navçeya Cizîrê ya Şirnexê dê di bin avê de bimînin.   Dem bi dem şêniyên gund dikarin bi destûrên taybet bikevin gundên ku di sala 1993’yan de bi darê zorê hat valakirin û ji wê demê ve bi hinceta “ewlehiyê” hatiye qedexekirin. Gundên ku heta hatin valakirin hemû pêdiviyên fêkî yên Cizîrê bi cih dianîn, heta îro gelek caran hatine şewitandin.   Li gundê Şax ku gelek berhemên arkeolojîk lê hene, bi navên Keyser (Dûşê), Çeko, Keçikê, Kardu (Mangûlî), Bagiyê, Xirabe (Îbrahîm Paşa) û Bedîrxan Beg 7 keleh hene.   Welatiyan bertek nîşanî projeya bendav û HES'ê dan û xwestin ku gundên wan ji nû ve bên avakirin.   ‘EM DIXWAZIN VEGERIN GUNDÊ XWE'   Ercan Elçî yê ji gundê Heblerê diyar kir ku ew li gundê xwe HES û bendavan naxwazin û got: "Gundê me ji sala 1993'yan û vir ve hatiye qedexekirin. Em nikarin sewalên xwe biçêrînin û bi çandiniyê re mijûl bibin. Em neçar man ku koç bikin û di karên din de bixebitin. Em dixwazin vegerin gundê xwe û ji nû ve ava bikin. Hê jî gorên mezinên me li wir in û êdî em dixwazin vegerin. Hema bêje bû 40 sal., êdî bes e. Em bendavê naxwazin û dixwazin vegerin gundê xwe. Her tiştê me li wir ma. Di vê pêvajoyê de ji bo vegera gundê em li benda piştgiriya her kesî ne." ,   Mehmet Gîresûn anî ziman ku piştî gundên wan hatin valakirin neçar man koçî Cizîrê bikin û got: "Em perîşan bûn. Piştî banga aştiyê em dixwazin projeya bendavê ya li gundê me bê rawestandin. Niştecihên gundên Şax û Heblerê bi qasî 2 hezarî ye. Divê pereyê bendavê li gundên me yên wêrankirî xerc bikin. Bila li gundê me bi hezaran xaniyan ava bikin. Niha bîst hezar heywan li zozanên gundê Heblerê diçêrin. Li vir gelek dar, fêkî, zeytûn û av heye. Em çêkirina bendavê qbeûl nakin."