Pîlotê şer yê teqawidbûyî Altan: Ji bo kombûna kongreyê divê êriş bên rawestandin 2025-03-07 09:04:48 ÎZMÎR - Pîlotê şer yê teqawidbûyî Bahadir Altan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê tevî ku PKK'ê agirbest îlan kiriye jî didomin û ev fikaran zêde dikin. Altan got: "Ji bo kongre pêk were divê êriş bên rawestandin." Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de ji aliyê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lı Stenbolö hat dayin bandorek mezin li ser gelan kir. Piştî banga Abdullah Ocalan Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku agirbest îlan kiriye.   Li aliyekî ev geşedan diqewimin, li aliyê din Tirkiye êrişên xwe yên li ser bendava Tişrîn û derdora wê yên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomîne. Dîsa di daxuyaniyên HPG’ê de hat diyarkirin ku piştî ragihandina agirbestê êrişa li dijî herêmên Zap, Metîna û Garê yên Herêma Kurdistana Federe berdewam dike.     Pîlotê şer yê berê û parêzvanê mafên mirovan Bahadir Altan li ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, şert û mercên hevdîtinên kongreya PKK'ê û êrişên Tirkiyeyê yên didomin nirxandin kirin.   ‘AGIRBEST TEAHUD E'   Altan da zanîn ku ragihandina agirbestê tê wateya "pêkhatina" ku wê êriş neyên kirin û bi bîr xist ku heta niha Tirkiyeyê agirbest îlan nekiriye. Altan diyar kir ku ji ber êrişên leşkerî û siyasî yên Tirkiyeyê fikar hene û got: “Li aliyekî ji bo çareseriya vê pirsgirêkê muzakere tên kirin, li aliyê din jî gavên dijdemokratîk tên avêtin. Bi tayînkirina qeyûman, binçavkirin û girtinan zextên siyasî dewam dikin. Tirkiye wekî ku muzakere nedomin an agirbest nehatibe ragihandin tevdigere. Piştî agirbesta ku PKK’ê li ser banga Ocalan îlan kir, Şêwirmendê Giştî yê Serokomar Mehmet Uçum got, 'Pirsgirêka kurd bi dawî bûye.' Pirsgirêka kurd bi rastî ne pirsgirêka 'terorîzmê', pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Wekî ku di banga Ocalan de hat gotin, ji ber ku rêyeke din tunebû, dest bi têkoşîna çekdarî hat kirin. Ev daxuyaniya Uçum fikarên cidî afirandin."   KOMKIRINA KONGREYÊ   Altan da zanîn ku çareseriya pirsgirêka kurd ancax eger kurd bibin xwedî hemwelatîbûna wekhev û mafên demokratîk pêkan e û got: “Ji bo kongre pêk were divê êriş bên rawestandin. Ji PKK’ê bang hat kirin ku Ocalan bi rastî beşdarî kongreyê bibe. PKK rêxistineke çekdar e ku xwe di tunelan de bi cih kiriye, ji ber ku niha li Bakurê Iraqê di bin zexta balafirên bêmirov de ye. Eger Tirkiye li bendê ye ku PKK kongreya xwe li dar bixe, divê di vê pêvajoyê de êrişên xwe rawestîne. Dibe ku dewlet îmkana lidarxistina kongreyê bide PKK'ê. Lê ev hemû meseleya baweriyê ye. Dewlet ji dîroka komarê heta îro li ser soza ku dabû kurdan nesekinî. Ji ber vê sedemê di nava kurdan de fikarên cidî hene. Ger bi vî rengî berdewam bike, dibe ku ji pêvajo re bibe asteng. Bê şik agirbesta ku ji aliyê dewletê ve hatiye ragihandin jî wê pêvajoyê geş bike. Ev ne pir zehmet e ku meriv vê yekê bike."   Altan bi bîr xist ku ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li dijî Tirkiyeyê yek çalakiyeke çekdarî pêk nehatiye û got: “Dema ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê Efrîn dagir kirin, ji raya giştî re hat gotin ku tunel dîtine. Lê belê yek ji van tunelan ber bi Tirkiyeyê ve neçû. Yanî ev ne amadekariyên êrişa li dijî Tirkiyeyê bûn. Tevî ku YPG'ê yek êriş li dijî Tirkiyeyê nekiriye jî, artêşa 100 hezar kesî wekî artêşa 'terorîst' şîrove dike. Divê em vê nakokiyê derxin holê. Cihê ku Tirkiyê lê êriş kiriye ne di nav sînorên Tirkiyê de ye, yanî axa kesên din e. Tu kes nikare bawer bike ku berxwedana çekdarî ya parastina wê axê 'terorîzm' e. Ji bilî Tirkiyeyê tu welatekî din nîne ku vê berxwedanê weke 'terorîzm' bi nav bike. Li dijî êrişa çeteyên DAIŞ’ê gel çek hilgirt û ya pêşengiya vê kir jî PKK bû. Tenê ji ber ku PKK pêşengiya vê yekê kiriye, ne rast e ku mirov 100 hezar kesên li wir wekî rêxistina ‘terorîst’ bi nav bike."   Altan destnîşan kir ku divê hemû beşên civakê tevkariyên erênî ji aştiyê re bikin û destnîşan kir ku ji bo civakîbûna aştiyê divê mekanîzmayên pêwîst bên peydakirin.    MA / Ugurcan Boztaş