Parêzer Eylûl Yaylaci: Ger maf bên naskirin wê Tirkiye li her qadê bi ser bikeve 2025-03-07 09:02:08 KONYA - Parêzer Eylûl Yaylaci da xuyakirin ku eger dewlet gavan biavêje, wê çareseriyeke lezgîn pêş bikeve û got: "Eger mafên kurdan bên dayîn, Tirkiye wê li her qadê bi ser bikeve." Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 26 sal in li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, di 27’ê Sibatê de li gel Heyeta Îmraliyê û 3 hevalên xwe yên girtî daxuyaniyeke bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” da.    PKK'ê piştî daxuyaniyê biryara agirbestê da û bi vê re bang li hemû cîhanê bandorek mezin çêkir.   Parêzer Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku banga Ocalan gelek bi nirx û watedar e. Eylûl Yaylaciyê bi bîr xist ku PKK bi daxuyaniya xwe agirbest îlan kiriye û got ku divê detshilat ji bo lidarxistina kongreya PKK'ê zemîneke ewlehiyê ava bike.   Eylûl Yaylaciyê da xuyakirin ku pêvajo bi lez pêş dikeve û ne wekî pêvajoyên berê ye û got: "Ez dikarim bibêjim ku eger dewlet erka xwe pêk bîne û gavên pêwîst bavêje, wê her tişt bi lez û bez bi encam bibe."    Eylûl Yaylaci da zanîn ku desteka ji bo bangawaziyê pir mezin e û got: "Ev pêvajo li gorî serdema berê bêhtir alîgirên wê hene. Di pêvajoya çareseriyê ya navbera salên 2013-2015'an de tu piştgirî ji aliyê neteweperestan ve nehat. Niha li Tirkiyeyê tevgera neteweperest pêşengiya pêvajoyê dike. Ji bilî vê, piraniya partiyên muxalefetê piştgiriyê didin vê pêvajoyê."   Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku divê rê li ber siyasetê bê vekirin û wiha got: "Ji ber ku birêz Abdullah Ocalan di hevoka xwe ya 'amadekirina zemîna siyasî û hiqûqî' de ku bi rêya Sirri Sureyya Onder ve bi taybetî xwest bê parvekirin, vê yekê da der. Gava rê li ber siyaseta sivîl bê vekirin wê atmosfer jixweber rihet bibe."    Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku divê rêgezên qanûnî û destûrî bên çêkirin û got: "Bi taybetî ji bo serbestberdana girtiyên siyasî, sererastkirin gelekî girîng e. Li aliyê din eger kongre biryara betalkirinê bide, pêşeroja gelên di vê rêxistinê de gelekî girîng e."   ‘DÊ KURD WINDA NEKIN'   Eylûl Yaylaciyê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dewlet gavan neavêje wê kurd tiştekî winda nekin û got: "Eger li pey armancên biçûk bimeşin, ev yek wê bibe sedema windahiyeke mezin. Dema em lê dinêrin, pêşketineke demokratîk nîne. Bi awayekî din, em behsa gelê ku rastiya qadan dizane dikin. Yanî rastiya rêxistinbûyîna PKK'ê ya rêxistinbûyîneke mezin e. Ev 50 sal in rêyên demokratîk hatine girtin û înkarkirina nasnameyê ye. Derdoreke civakî ya berfireh piştgiriya PKK'ê dike. Ger mafên kurdan bên dayîn dê Tirkiye û kurd i her warî de bi ser bikevin."    Eylûl Yaylaciyê da zanîn ku dê sedsala 21'emîn bibe "sedsala kurdan" û wiha got: "Ji ber ku di têkiliyên navneteweyî de kurd di pozîsyoneke serkeftî de ne. Ji HEP'ê heta îro bi navên cuda pêkhateyên cuda hatine avakirin. Li YPG'ê binêrin; YPG avaniyeke ku tenê 13-14 sal in heye. Lê îro di ser sedhezarî re hêzên wê yên leşkerî hene. Yanî kurd di vî warî de serketî ne. Çima? Çimkî gelekî rêxistinkirî û polîtîk heye. Tiê xwedî li nasnameya xwe û zimanê xwe derdikeve. Piştî vê saetê pêşiya kurdan vekiriye û rojên xweş li benda kurdan e."