Li Mûşê Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê hate vekirin 2025-03-06 14:35:06   MÛŞ - Şaredariya Mûşê ya DEM Partiyî, Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê vekir.    Şaredariya Mûşê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, di çarçoveya xebatên şaredariyê yên bi pêşengiya jinan de, li bajêr gaveke nû pêş xist. Şaredariyê bi armanca piştgirîkirina mafên jiyana wekhev a jinan, zêdekirina hêza jinê ya di civakê de û pêşkêşkirina xizmetên bi derfetên wekhev ji jinan re Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ava kir.