Adil piştî 30 salan hate berdan 2025-03-06 13:44:27   ANTALYA - Ahmet Adil ku 30 sal û 6 meh bûn di girtîgehê de bû, ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemelati ya Antalyayê hate tehliyekirin.    Ahmet Adil ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 6 mehan hate berdan. Di sala 1994’an de bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya welat” cezayê muebbedê li Adil hatibû birîn. Adil, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbata xwe û rêveberên TUAYDER’ê ve hate pêşwazîkirin. Adil, diyar kir ku hem keyfxweş e hem jî xemgîn e. Adil, da zanîn ku tehliyeya wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Adil, bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwest aştî bê welat.    Adil, ber bi bajarê xwe Mêrdînê bi rê ket.