Qeyûm ji bo bursê ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest 2025-03-06 11:28:03 WAN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku sepanên JINKART û Qerta Sosyal betal kir, bursên xwendekaran jî da sekinandin. Ji bo bursa xwendekaran bidome, ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest.  Di 15’ê Sibatê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hate tayînkirin. Ji wê rojê heta niha jî qeyûm yek bi yek hemû biryar û projeyên şaredariyê yên di dema rêveberiya hilbijartî de hatibûn dayin, betal dike. Qeyûm, piştî betalkirina îhaleyên av û kanalîzasyonê ku şaredarî dê ji bo navçeyan bikira, piştre jî sepana JINKART û Qerta Sosyalê betal kir. Betalkirina projeyan û sepanên şaredarvaniya civakî, li bajar rê li ber bertekan vekir. Qeyûm, niha jî ji bo betalkirina bursên xwendekaran kete nava hewldanan.    BELGEYA SICÎLA EDLÎ XWEST    Şaredariya Bajarê Mezin dema di bin rêveberiya DEM Partiyê de, 4 hezar TL burs dida 2 hezar xwendekarên zanîngehê yên bajar. Qeyûmî, ji bo betalkirina bursên xwendekaran kete nava hewldanan. Piştî tayînkirina qeyûm, bursa gelek xwendekaran hate birîn, bursa gelek xwendekaran hate sekinandin û ji bo domandina bursan ji xwendekaran belgeya sicîla edlî xwest. Rêveberiya qeyûm ji xwendekaran re nivîs şand û jê xwest ku ji bo bursa wan bidome yan divê belgeya sicîla edlî pêşkeş bikin an jî jinûve serî li şaredariyê bidin. Bursên hinek xwendekaran jî bêyî hişyariyek were kirin yekser hatin birîn.