Partiyên sosyalîst: Bila gavên demokratîkbûnê bên avêtin 2025-03-05 15:30:33 EDENE - Partiyên çep û sosyalîst li Edeneyê di çarçoveya kampanyaya “Ev wiha nabe” de daxuyanî dan û xwestin ku ji bo demokratîkbûnê gav bên avêtin.  Partiya Çep a Kesk (YSP), Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst (SOLDEP) û Meclisa Mafên Karkeran di 17’ê Sibatê de starta kampanyaya “Ev wiha nabe” dan. Di çarçoveya kampanyayê de li avahiya Rêxistina YSP’ê ya li Edeneyê daxuyanî hate dayin. Rêveberê Rêxistina YSP’a Edeneyê Hafiz Ozdemîr bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.    'EV WIHA NABE’    Ozdemîr, got: “Pergala ji bo dewlemendan serwet ji bo kedkaran jî hejarî! Ev wiha nabe. Pêvajoya aştiyê ya ku em niha tê de ne, dê hêzê bide têkoşîna me. Di rewşeke ku çek bêdeng û mirov namirin de em ê bi beşdariya hemû hêzên muxalîf re têkoşîneke hevpar a civakî û siyasî bimeşînin. Hewldana ji bo serxistina gavên demokratîkbûnê, peywireke me ya dîrokî ye û divê em bi cih bînin. Divê girtin û binçavkirinên neheq bên bidawîkirin, bi biryarên DMME’yê bê kirin û ji bo pêvajoya aştiyê bi ser keve divê gavên hiqûqî yên pêwîst bên avêtin. Em dengê xwe bikin yek û bi destên hev bigirin. Li her qadê em nerazîbûna xwe nîşan bidin. Em dengê xwe bilind bikin, rêxistiniya xwe xurt bikin, hêviya xwe mezin bikin û vê îktîdara zordestan bi hev re biguherînin.”