Meclîsa Partiyê ya DBP'ê li Amedê kom bû 2025-03-04 17:11:06   AMED - Piştî banga "Civaka Aştî û Demokratîk" a Abdullah Ocalan, Meclîsa Partiyê ya DBP'ê û hevşaredarên bajaran li Amedê li hev civiyan.   Endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û hevşaredarên navçeyan, piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" li Amedê li hev civiyan. Di civîna bi serokatiya Hevserokên Giştî Çîgdem Kiliçgûn Ûçar û Keskîn Bayindir de, ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan, 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û Newroza 21'ê Adarê nexşerêyek hat destnîşankirin.   Di civînê de xebatên ji bo civakîbûna bangê bên kirin hatin nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de wê di dema pêş de civînên gel bên lidarxistin.