MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora banga Ocalan bibin yek 2025-03-04 15:42:30   AMED - Li ser banga Abdullah Ocalan, MED TUHAD-FED'ê bang li her kesî kir ku li dora vê bangê bibin yek.   Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya Mezopotamyayê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED), der barê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de kiribû de daxuyaniyek da. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û xizmên girtiyan tevlî daxuyaniya li avahiyên komeleyê hatin dayîn bûn. Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Pinar Sakik Tekîn daxuyanî xwend û diyar kir ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" xwedî girîngiyeke dîrokî ye.   Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser girîngiya bangawaziyê û wiha got: "Gotina birêz Abdullah Ocalan a ji bo vê girîngiya dîrokî, daxwaza wî ew e ku ji bo pêşketinên navneteweyî û şerên herêmî hevsengiyeke nû ava bike û pêşengiyê ji têkoşîna demokrasiyê re bike. Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re banga jiyana demokratîk li gelê Kurd û gelên herêmê kir."   'DIVÊ EM LI DORA BANGÊ BIBIN YEK'   Pinar Sakik Tekîn da zanîn ku bangawazî di cewhera avakirina civakekê de ye ku jin û gelên ji hemû nasnameyan dikarin bi awayekî azad bijîn û mafên xwe biparêzin û wiha got: "Di bin bandora şer û hilweşînên ku Rojhilata Navîn û herêma me ji her alî ve hejandin de, hemû gelên herêmê xwedî hêviya aştiyeke nû ne û di heman demê de li dijî mirinê, felsefe û israra jiyanê ye. Em diyar dikin ku em piştgiriyê didin Banga Sedsalê ya birêz Ocalan. Û divê em bi wê hişmendiyê tevbigerin ku em mecbûr in ku çi peywir dikeve ser milê kê bi cih bîne. Ev nêzî çil sal in em dibin şahidêvê pevçûnan, em bi MED TUHAD-FED û komele, nûner û hemû malbatên xwe re piştgiriyê didin Banga Sedsalê. Em bang dikin ku birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad bixebite û di zûtirîn demê de azadiya fîzîkî pêk bîne û em dizanin ku parastina aştiyê ji têkoşînê zehmettir e. Ji bo vê jî em bang li her kesî dikin ku li dora vê bangê bibin yek.”