Li Amedê amadekariyên 8’ê Adarê: Bajar bi rengê binevş xemilandin 2025-03-04 13:12:41   AMED - Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de xaçerêyên hatin û çûn lê zêde yên Amedê bi flamayên “Bijî 8’ê Adarê” hatin xemilandin.    Li Amedê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê didomin. Di çarçoveya çalakiyan de piraniya xaçerêyên hatin û çûn lê zêde bi rengê binevş hatin xemilandin. Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li gelek cihên cuda yên bajar alên binevş û flama daliqandin.    Flamayên bi nivîsa “Bijî 8’ê Adarê” ku bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanê Tirkî hatibûn amadekirin û pankartên ku jinan vedixwînin mitînga 8’ê Adarê ya li Qada Stasyonê hatin daliqandin.