Hunermendan piştgirî dan bangê: Em amade ne erka xwe pêk bînin 2025-03-04 11:14:13   AMED - Kedkarên çand û hunerê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan û gotin: “Em amade ne ku erk û berpirsyartiya dikeve ser milê me pêk bînin.”    Kedkarên çand û hunerê têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Komeleya Çand Hunerê ya Dîcle Firatê daxuyanî dan. Gelek hunermend tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla şanoger Omer Şahîn û ya bi Tirkî ji hêla wênesaz Neşe Toprak ve hate xwendin.    ‘EM XWEDÎ LI BANGA OCALAN DERDIKEVIN’   Omer Şahîn, diyar kir ku weke hunermendên ku bi hêza hunerê bawer in û armanca wan aştiya civakî ye, piştgiriyê didin banga “Aştî û Civaka Demokratîk”  a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de. Şahîn, wiha domand. “Huner ziman û wijdanê gelan e. Em hunermend in ku berhemên ku êşa mirovan sivik dikin, hêviyên wan mezin dikin û daxwazên wan ên azadiyê diyar dikin derdixin holê. Ji ber vê yekê em Bangawaziya Sedsalê ya ji bo rawestandina şer, pevçûn û dubendiya civakî bi qîmet dibînin. Em banga aştî û civaka demokratîk a ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin xwedî derdikevin.”   ‘EM AMADE NE KU JI BO CIVAKÎKIRINA AŞTIYÊ ERKA XWE PÊK BÎNIN’   Di berdewamê de Şahîn bi lêv kir ku avakirina pergala civakî ya demokratîk ku li ser rêgezên azadî, wekhevî û dadê hatiye avakirin, berpirsyariya wan hemûyan e û wiha pê de çû: “Em weke hunermend di vê pêvajoyê de bi rola xwe dizanin û ji gelê xwe re radigihînin ku em amade ne bi hemû hêza xwe ya hunerê re ji bo civakîkirina aştiyê erka xwe pêk bînin.   BANGA BERPIRSYARTIYÊ KIRIN    Şahîn, wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de em careke din diyar dikin ku divê hikûmet bi hesasiyeta birêz Ocalan a ji aştiyê re bi heman hesasiyetê nêzîk bibe. Û wek yek ji muxatabên vê bangê em berpirsyariya bingehîn a dewletê tînin bîra wê. Em girîngiyê didin bingeha hiqûqî û siyasî ya ku birêz Ocalan destnîşan kiriye. Em dizanin ku tenê li ser wê zemînê em hunermendên Kurd dikarin bi azadî huner, ziman û çanda xwe bijîn. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû aliyên civakê dikin ku perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan aşkera kiriye; bi berpirsyarî rabin.  Em ji bo dahatuyeke azad a ku din ava aştiyek bi rûmet de geş dibe li vir in û heta avakirina civakek demokratîk em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.