‘Heke derdorên cuda înîsiyatîfê bigirin dê pêvajo bêhtir mayinde be’ 2025-03-04 11:02:52   STENBOL - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal diyar kir ku di serî de jin û ciwan heke derdorên cuda înîstiyatîfê li xwe bigirin dê çareserî bêhtir mayinde bibe û got: “Pêvajoyeke krîtîk û berpirsyartiya wê mezin li pêşiya me ye.”    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd, abirbesta ji hêla PKK’ê ve hatiye ragihandin û nîqaşên ser pêvajoyê axivî. Newroz Uysal Aslan, got ku di vê pêvajoyê de pratîkên îktîdarê gelek girîng in.    Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku ji bo rewşên Abdullah Ocalan di banga xwe de behs dike pêk bên û mayinde bibin, hewceye di mijarên “siyaseta demokratîk” û “zemîna hiqûqî” de pêşketin çêbibin. Newroz Uysal Aslan, wiha got: “Tişta em weke siyaseta demokratîk jê re dibêjin ne tenê AKP, MHP û DEM Partî ye. Qala Meclisê tê kirin ku hemû partiyên siyasî tê de cih digirin, gel li wir siyasetê diafirîne û xwedî rola çêkirina makezagon û qanûnan e. Lewma jî ev bang ne tenê yekalî ye. Berevajî vê, ji bo hemû aliyan e û bangekî ji bo muxatabên wê ye. Lewma divê muxatabên wê berpirsyartiya xwe bicih bînin û ji bo xurtkirina pêvajoyê tevbigerin. Tişta weke zemîna hiqûqî tê behskirin jî ew e ku Meclis ji hêla makezagon û qanûnan ve gavan biavêje. Ku birêz Ocalan jî di peyama xwe de dibêje ‘Ez amade me berpirsyartiyê li xwe bigirim.’”    'TIŞTÊN KU DÊ ÎKTÎDAR BIKE KRÎTÎK IN’    Bi domdarî Newroz Uysal Aslan bi lêv kir ku dê nexşerêya dewletê û polîtîkayên şer-pevçûnan rêgeha pêvajoyê diyar bikin û wiha pê de çû: “Rojên pêşiya me gelek krîtîk in. Bêguman ev pêvajo gelek girîng e. Ji bo alî berpirsyartiyên xwe bicih bînin hewcehî bi demê û derfetan heye. Ev ne meseleyeke yek du rojan e. Helwesta birêz Ocalan a ji bo çareseriyê, avakirina PKK’ê, guherîna wê ya bi demê re di bangê de cih girt. Dewltê ev veguherîn, paradîgma û bang dît û ji vir û şûnde tişta ku dê pêşeroja pêvajoyê diyar bike jî kiriyar û aqilê îktîdarê ye.”    'TEVGERA KURD BI ÇARESERIYÊ RE YE’    Newroz Uysal Aslan, destnîşan kir ku gelê Kurd ji salên 90’î ve her tim rêya siyaseta demokratîk ceribandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê dewletê bi polîtîkayên zextê bersiv da. Tevgera Kurd bi pratîkên weke girtina partiyên siyasî, qedexe, operasyon, şerê giran re rû bi rû ma. Helwesta gelê Kurd û tevgera Kurd zelal e ku ew jî siyaseta demokratîk û zemîna hiqûqî ye. Sedema domandina vê rewşê, siyaseta qedexeker, tunekirina azadiyan û înkarê ya dewletê bû.”    'DIVÊ DÎNAMÎKÊN CUDA TEV LI PÊVAJOYÊ BIKIN’    Newroz Uysal Aslan, tecrûbeyên pêvajoyên aştiyê yên cîhanê bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Biqasî aliyên pêvajoyê, bang û pozîsyona wan, her wiha pêdivî bi tevlikirina pêvajoyê ya derdorên cuda jî heye. Di serî de jin û ciwan, divê derdorên cuda di pêvajoyê de xwedî înîstiyatîf bin ku pêvajo bêhtir mayinde bibe. Divê aştî û çareserî veguhere meseleya civakê. Ji bo vê jî tiştên ku em bikin gelek zêde ne û li pêşiya me pêvajoyeke giran, krîtîk û berpirsyartiyên wê mezin heye.”    MA / Yeşîm Tukel