MKG dê name û pirtûan ji rojnamegerên jin ên girtî re bişîne 2025-03-04 10:36:28   STENBOL - MKG dê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji rojnamegerên jin ên girtî re name û pirtûkan bişîne.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) dê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji rojnamegerên jin ên girtî re name, qert û pirtûkan bişîne.  Di 6’ê Adarê de li Amed, Stenbol û Wanê dê bên şandin û MKG’ê di vê mijarê de got: “Di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de em têkoşîna jinan bi hev re mezin dikin. Em ê di hefteya 8’ê Adarê de ji rojnamegerên jin re pirtûk, qert û nameyan bişînin û bi vê boneyê bi jinan re bên gel hev.”