Doza Uytun dê sibê bê lidarxistin: Hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin 2025-03-03 11:19:17   AMED - Danişîna doza Mehmet Uytun ê 18 mehî ku bi fîşeka gazê hatibû qetilkirin sibe tê lidarxistin. Parêzerê Uytun, Yakup Guven da zanîn ku hêj biryara keşfê nehatiye cîbicîkirin û got: “Dê têkoşîna me ya edaletê bidome.”    Zarokê 18 mehî Mehmet Uytun, di 9’ê Cotmeha 2009’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi fîşeka gazê ya ji hêla leşkeran ve hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da. Têkildarî qetilkirina zarok Mehmet Uytun de li çawişê pispor Hakan Alkan doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a doza Hakan Alkan dê sibe li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê bê lidarxistin.    KEŞIF HÊJ NEHATIYE KIRIN    Parêzerê malbata Uytun, Yakup Guven bi bîr xist ku di danişîna 10’ê îlona 2024’an de biryara keşfa cihê bûyerê hatiye dayin û got: “Ji Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê hatibû xwestin ku agahî bidin ka bombeavêja bi hejmara 40-TBA-6 T0627-07 G0000090 hêj di envanteran de ye yan na û heke hêj were bikaranîn di cih û dema tê xwestin de herî kêm 6 heb guleyên bi hejmara 40 MKE MOD 63 GE MEKE 06 B 101-003 were amadekirin. Qereqolê jî got ku bombeavêj hêj di envanterê de ye lê muhîmata di nivîsê de ji wan re hatiye şandin di envanterê de nîne. Dadgehê jî piştî tespîta vê xisûsê biryara keşfa cihê bûyerê da. Lê tevî biryara dadgehê jî li cihê bûyerê keşf nehatiye kirin.”    'NEŞOPANDIN CISARETÊ DIDE FAÎLAN’    Guven, diyar kir ku tevî daxwazên wan jî bersûc negirtî tê darizandin û wiha pê de çû: “Di dosyayên faîlên wan leşker û polîs de em bi pratîka necezakirinê rû bi rû dimînin. Di dosyayê de gelek kêmasî hene. Destûra lêpirsînê nayê dayin, îtîrazên li dijî van tên kirin, serlêdanên ji bo AYM’... Her wiha 11 sal piştî bûyerê derbasî qanaxa teqîbatê kirin. Ev tevek nîşan didin ku lêpirsîn bi awayekî bêbandor tê meşandin. Bûyerên bi vî rengî yên li herêmê gelek zêde ne. Lêpirsînên têkildarî bûyerên bi vî rengî de jî bi biryarên neşopandinê û beraetê biencam dibin. Ev jî cisaretê dide faîlan. Ev yek zemîna binpêkirina mafên mirovan vedikin.”    Guven, got ku keşfa cihê bûyerê girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Heke keşf were kirin em jî dê li wir bin. Ji bo ku faîl li gorî sûcê xwe bên cezakirin me û malbatan kedekê mezin da. Dê têkoşîna me ya ji bo cîbicîkirina edaletê bidome.”