ANHA 12 salî ye 2025-03-01 12:32:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya salvegera 12’yemîn a damezirandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di 1’ê Adara 2013’yan de, rêveberiya ajansê daxuyaniyek da û got: "Em ê xebatên xwe yên ji bo bilindkirina rola çapemeniya azad û pêşxistina berdewam a rêbazên ragihandinê bidomînin." Bi boneya salvegera 12’yemîn a damezirandina Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), rêveberiya ajansê daxuyaniyek. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ajansa Nûçeyan a Hawarê ji destpêka damezirandina xwe ve bûye parçeyekî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya Sûriyeyê.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ajansa Nûçeyan a Hawarê ne tenê navgîna ragihandina nûçeyan bû, di heman demê de parçeyekî bingehîn ê têkoşîna ji bo avakirina civakeke li ser bingeha dadmendî û wekheviyê bû. Di vê çarçoveyê de em balê dikişînin ser girîngiya rola ajansê di şopandina pirsgirêkên azadiya jinan, ber wiha piştgiriya mafên ciwanan de. Li gorî ajansa me mafê kesane yên derbirînê û beşdariyê, bingeha sereke ya avakirina civaka demokratîk û azad e.   Ajansa Nûçeyan a Hawarê her wiha pabendî parastina jîngehê bûye. Em wek Ajansa Nûçeyan a Hawarê di wê baweriyê de ne ku xebatên hişyarkirina civakê der barê parastina jîngehê de beşeke bingehîn a peyama me ya ragihandinê ye.   Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi demê re, karî tora ragihandinê ya bihêz pêş bixe û ji bo vê armancê xebitî: ragihandina rastiyan bi zelalî, bêyî manîpulasyon û sextekariyê. Em di wê baweriyê de ne ku divê çapemenî bibe dengê bindestan û amûreke bibandor ji bo belavkirina rastiyê û pêşxistina hişmendiya civakî û siyasî.   Ev rêwîtî bi dijwarî û zehmetiyan derbas bû, ajansa me di wê rêwîtiyê de gelek berdêl dan. Gelek xebatkarên me yên qehreman ji bo ku rastiyan ji cîhanê re ragihînin, şehîd bûn. Di 12’yê Cotmeha 2017’an di dema şopandina rizgarkirina sivîlan ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de, hevrêyên me Dilîşan Îbiş, Rizgar Deniz û Hogir Mihammed şehîd bûn. Her wiha hevrêyê me Saad Ehmed di 13’yê Cotmeha 2019’an de dema karwanê sivîlan ê ku çûbû bajarê Serêkaniyê dişopand, şehîd bû. Her wiha hevrêyê me Îsam Ebdullah şeva 19’ê Mijdara 2022’yan di êrişa artêşa Tirk a dagirker a bi balafirên şer a li dijî gundê Teqil Beqil ê bajarê Dêrikê de şehîd bû. Hevrêya me Cîhan Bilgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de di encama êrişa balafirên bêmirov ên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû.   Fedakariya hevrêyên me ji bo me bû handaneke xurt ku em tevî hemû zehmetiyan jî rastiyê ragihînin.   Di vê boneya dîrokî de, em spasiyên xwe arasteyî hemû şopînerên xwe dikin, ew ên ku bûne hevparên vê rêwîtiya ragihandinê. Her wiha hemû kesên ku di pêvajoyên cuda yên pêşketina wê de piştgirî da ajansa me, bi taybetî şehîd Seyîd Evren ku di encama krîza dil de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bû û şehîd Ezîz Koyluoglu ku di encama bombebarana artêşa Tirk a dagirker de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Em ê xebatên xwe yên ji bo bilindkirina rola çapemeniya azad û pêşxistina berdewam a rêbazên ragihandinê bidomînin, bi awayekî ku ji bo avakirina civakeke exlaqî, siyasî û demokratîk li ser bingeha azadiya jinan, parastina jîngehê û rêzgirtina ji mafên mirovan re bibe alîkar.   Di dawiyê de, em tekez dikin ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê dê ji bo ragihandina rastiyê her dem di rêzên herî pêş ên têkoşînê de be, dê bi awayekî bibandor beşdarî avakirina civakê bibe, civakeke demokratîk, azad û dadperwer ku rêzê li cihêrengiya xwe ya çandî bigire, mafên jin û ciwanan bi pêş bixe û ji bo parastina jîngehê û misogerkirina siberojeke mayînde ji bo nifşên nû yên Sûriyeyê."