'Heta edalet neyê aştî çênabe’ 2025-02-28 16:27:40   ENQERE - Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê diyar kir ku Roboskê jî di nav de heta ji bo hemû komkujiyan edalet pêk neyê dê edalet û aştî neyê Tirkiyeyê.    Dewleta tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê bi balafirên şer sivîl bombebaran kir. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatin qetilkirin. Bi ser Komkujiya Roboskê re 158 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê di roja 28’ê ya her mehê de bernameya bîranînê li dar dixe. Hewldanê, bi boneya meha 158’emîn li ser Cadeya Sakaryayê daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin Roboskê êdî tu caran” hate hilgirtin.    Endamê Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskê Tanju Gunduzalp daxuyanî xwend. Gunduzalp, di serî de bal kiand ser banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ev tişt anî ziman: “Ji bo komkujî careke din neyên kirin û çareseriyek pêk bikeve, divê mafên mirovan bên qebûlkirin, aştî, edalet pêk bê, necezakirin bi dawî bibe û berpirsyar hesabê bidin. Erdnîgarî qeder nîne, darizandina tevahiya faîlên Roboskê û komkujiyan dê ji bo ev êş careke din neyên jiyîn bibe hêmayeke sereke.”    'DIVÊ AŞTÎ LI SER ZEMÎNÊN CIVAKÎ BÊ AVAKIRIN’    Gunduzalp, destnîşan kir ku bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûne lê hêj jî edalet pêk nehatiye û wiha pê de çû: “Ev yek ji hêla hiqûqî û mirovahiyê ve şermekî gelek mezin e. Hewceya aştî li ser zemîneke civakî were kirin. Bila zarok ji ber şer nemirin û kesek neyê kuştin. Em ê dev ji parastina siyaseta aştiyê bernedin. Roboskê jî di nav de heta ji bo tevahiya komkujiyan edalet pêk neyê, dê aştî jî neyê. Li dijî hemû komkujiyên ku jiyana mirovan û azadiyan ji holê radikin, em ê heta dawiyê mafê xwe yê nerazîbûnê bi kar bînin.”