Dema li banga dîrokî guhdarî dikirin hêsir barandin 2025-02-27 18:07:44   AMED - Gelek welatiyên li Qada Şêx Seîd kom bûn, dema peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dihat xwendin hestiyar bûn û hêsir barandin.    Ji bo guhdarîkirina peyama dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî zindî temaşe û guhdarî bikin, bi deh hezaran welatiyên ji bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê berê xwe dan Amedê û bi zindî li peyamê guhdarî kir.    Bangawaziya ku ji hêla Ahmet Turk û Pervîn Buldanê ve hate xwendin, rê li ber kelecaneke mezin vekir. Gelek kesan dema bang dihat xwendin hestiyar bûn û hêsir barandin.    Piştî daxuyanî bi dawî bûyî, girseyê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” û “PK gel e, gel li vir e” berz kir.